Piştî ku mam Celal ji ber kujtina zavayê Beşarko Asif Şewket nameya sersaxîyê jê re şand, mamo di nav Kurdan de dilsarîyek mezin çêkir (wek ku hercar lotikên kesanedî davêje) û xwe di çavên Kurdên rojava de hinekî xist.
Axir…
Xwepêşanderên bajarê Amûdê daxwazekê ji mam Celal dikin ku peyamek sersaxîyê ji bo kujtina Beşar Esed jî amade bike û ji dayika wî re bişîne. Amûdîyan soz dane ku di demek nêzîk de lotikek qerase li qûna Beşarko xin.
Li gora ku sîxurên me ji Silêmanîyê radigihînin, dibêjin mamê me Talabanî îro dest bi nivîsandina peyama sersaxîyê kiriye û ew peyam xistiye bêrîka xwe heta roja Beşarko bê kujtin.
Êêêêêêêê ne rehet e ha!
Meriv dostekî wek Beşarko wenda bike zehmet e. Çawa be wefadarîya malbata Esed heye. Di dema xwe de malbata Esed hindik alîkarîya hinek partîyên bakur û başûr nekirin. Hindik goştê elokan nedan wan. Ma şandina peyamek sersaxîyê gelek e qurban?
Silêmanî
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt