Aha îcar Cana me di malê de ma!

Berî salên 1980î. Şoreşgerî mode bû. Em germ û wek pizotê êgir bûn. Em bi evîna Kurd û Kurdistanê dişewitîn. Hinek ji hevalên me soz didan û digotin „Heta Kurdistan azad û serbixwe nebe, em nazewicin“ filan.  Sal derbas bûn. Hinek ji wan hevalan li sozên xwe poşman bûn, zewicîn û bûn xwedî zarok. Hinek nezewicîn, şehîd ketin û li ser sozên xwe man. Hinek jî heta niha jî li ser soza xwe ne û nezewicî ne.

Îcar xuyaye xuşka me xanima germik û nermik hunermend Canê jî bi wê nexweşîyê ketiye. Yanî, heta Kurdistan nebe dewlet nazewice.

Li ser bextê fitne û fesadan be. Dibêjin Cana me hevpeyvînek daye kovara „Sivîl“ û çend lotikên germik û nermik avêtine.

Can aber dilê me gotiye: „Ez qurban, PKK her demê alîkarîya min kiriye, di dema nexweşîya min de pare dane min. Ez ji wan re minnetdar im, spas ji lotikvanên PKK re“ û silavek germ daye PKK.

Em jî li ser navê Partî Demokratî Lotikxane spasîya PKK dikin ku alîkarîya Cana me kiriye û ew bi tenê nehiştiye, di dema nexweşîya wê de ew bê pare nehiştiye.

Lê ya xweştir gotiye: „Binerin qurban, heta li bakur Kurdistan ava nebe û nebe dewlet, ez nazewicim. Di roja avakirina dewleta Kurdî de ezê bi def û zirne, bi halla halla, bi hing û ding bizewicim û serê xwe girêdim“ filan û fîstan.

Aha te bi vê xirakir xuşka Canê!

Te bi vê gotinê xwe di mala bavê de hepis kir keçko!

Keçê ma li bakur dewlet ava dibe te serê min xwarê?

Ma ew PKK a ku pare dane te û alîkarîya te kiriye, nabêje „Ulus dewlet faydeyê nade Kurdan, dewletbûn ji Kurdan re heram e“ kezîkurê!?

Yan tu beyanat û daxuyanîyên wan naxwînî?

Na na xuşka Canê, were berî ku bibe dereng û tu di mala bavê de bibe „pîrejin“, ji soza xwe vegere û ji xwe re bizewice keçko. Bizewice û behsa dewletbûna bakur neke. Heke rojek ji rojan li bakur dewleta „Xweserîya Demokratîk“ ava bû, dîsa bizewice,  kêfa li ser kêfê bike û du caran bizewice.

Bi vê minasebetê derbasbûyî be xuşka Canê. Xwedê bikim nexweşîya te rehet bûbe û êdî nexweşî nêzîkî te nebin rebbî…

Almanya

About The Author