wesîyetname

Kurd xwe bi ava zemzemê bişon jî dîsa li ber çavên Tirk-Ereb û Eceman wek sinc û kelem in. Ew dem û dewran hat guhertin, gav bi gav ber bi azadî û felatîyê ve diçin . Lê felek xaîn e..


Welhasilîkelam, ji rojan rojek  zilamek di ber halê mirinê de daxwazên xwe ji kurê xwe re rêz dike û vedibêje:
– Lawo, waye ez niha heme û demek din belkî tunebim. Wextê çavên min hatin girtin û ez bêdeng û bê nefes mam, wê laşê min bişon û meytê min bicemidînîn da ku bîhn û pix nekeve laşê min.
-Tu rast dibê yabo, bi telaq gotina te ye..
-Başe kurê min, lê ji kerema xwe ji mellê re bêje bila kîrê min jê ke û li wanderan vêşêre. Li vê dinê çi hat serê min di rûbalî wî de bû…

Di demek kurt de ew zilam dimire û melle daxwazên wî bi cîh tîne.  Çend roj derbas dibin an nabin, ew zilam her şev dikeve xewnên kurê xwe û ji wî tika dike û vedibêje: „ Lawo here cem wî melleyî  bila kîrê min ji min re rê ke.“

 Lawik carekê du caran û gelek caran bavê xwe di xemnên xwe de dibîne û daxwazên wî dubare guhdar dike. Piştî wê bergerînê diçe li cem mellê û hal û mecalê xemdên xwe û yê bavê xwe vedibêje.
Melle ecêb dimîne, kûr  kûr raman dike. Xwe virde û wêde dide, herî dawîyê dibersivîne:
-Kurê min, ezê çawa , bi çi şiklî û bi ku ve rêkim? Here mal û razê, ger carek din bikeve xemnên te, ji kerema xwe jê pirs bike bêje wî ‚yabo melle wê emanetê te çawa û bi kijan rêyê  ji te re bişîne.
-Başe ez benî

Çend roj derbas dibin, carek din ew lawik diçe ba mellê û vedibêje:
-Min ji bavê xwe pirs kir û wî got min „kurê min demek ne wisa dûr û dirêj bi sebir bin. Ahmedî Nejat,  Beşar Esad û R.E. ji qehra Kurdan ketine ber taya mirinê, qet nebe Kenan Evren ê xwînxwar hê zûtir berî wan bimire. Hema ji wan kî ku zû mir, hûnê emanetê min têxin qûnê û rêkin vê derê…“

About The Author