Li Tirkiyê 22 milyon û 691 hezar Kurdistanî dijîn

TÜİK, hejmara welatiyan û cihê jidayikbûna wan yek bi yek rêz kirin û weşand.
 
 Gelo li Tirkiyeyê çend kes li bajarên Kurdan hatine dinyayê? Ji van çend kes Kurd in? Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK) hejmara welatiyan û cihê jidayikbûna wan yek bi yek rêz kirin û weşand. Li gorî van daneyan, li tevaya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 22 milyon 691 hezar û 824 kes dijîn ku li bajarên Kurdan hatine dinyayê, anjî pêşiyên wan li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine dinyayê. Bi vê yekê ji 74,7 milyon welatiyên Tirkiyeyê (2011), ji sedî 30,37ê wan li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûne, anjî pêşiyên wan li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûne. Di nav van statîstîkan de tenê ew kes hene ku bi fermî di qeydên dewlêtê de cih girtine.

Piştî ku Komara Tirkiyeyê hate avakirin, yekemîn serjimariya li Tirkiyeyê di sala 1927ê de pêk hat. Li gorî wê serjimariyê nifûsa giştî ya Tirkiyeyê 13 milyon û 464 hezar û 564 bû. Wê demê li herêma Serhedê bajarê Kurdan yê herî mezin Erzirom bû û nifûsa wê 38 hezar bû. Piştî Erziromê jî nifûsa bajarê herî mezin yê Kurdan nifûsa Dîlokê bû.

Li gorî statîstîkên fermî, nifûsa bajarên Kurdan di sala 1927ê de bi tevahî 2 milyon û 323 hezar û 359 kes bû. Ev nifûsa bajarên Kurdan di sala 1950î de gihiştiye 3 milyon û 850 hezar û 723 kesî. Di sala 1960î de ev hejmar digihije 5 milyon û 147 hezar û 680 kesî. Nifûsa bajarên Kurdan di sala 1990î de digihije 10 milyon û 505 hezar û 672 kesî. Li gorî statîstîkên Enstîtuya Statîstîkên Dewletê (DİE) serjimariya bajarên Kurdan di sala 2000î de gihiştiye 12 milyon û 751 hezar û 808 kesî. Di sala 2012ê de jî nifûsa bajarên Kurdan li Bakurê Kurdistanê 14 milyon û 733 hezar û 894 kes in.

Hejmara Kurdên koçber ne tê de ye

Lê di statîstîkên DİE yên 2000î de tenê nifûsa tevahî ya li bajarên Kurdan dijîn hatiye dayîn. Ji sala 1990î heta 1997ê bi hinceta ewlekariyê nêzî 4 hezar gundên Kurdan hatin şewitandin û valakirin. Bi milyonan Kurd koçberî metropolên Tirkiyeyê bûn. Di statîstîkên 2000î de hejmara kesên ku ji bajarên Kurdan koçber bûne nayê dayîn.

Li gorî daneyên DİE, li tevahiya bajarên ku Kurd lê dijîn 8 hezar û 902 gund hene. Her wiha di heman demê de 108 navçeyên bi ser bajaran hene. Li gorî heman daneyan, di heman salê de hejmara nahiyeyên li bajarên Kurdan 275 heb in.

Kurdên li Anatolyaya Navîn ne tê de ne

Li gorî lêkolîneke nivîskar û lêkolîner Rohat Alakom, Kurdên li Anatolyaya Navîn pirranî li navçeyên Haymana, Polatli, Bala, Şereflîkoçhîsara Enqereyê, navçeyên Kulu, Cîhanbeylî, Yunak, Sarayonu yên Konyayê, navçeyên Kaman, Çîçekdagiya Kirşehîrê, navçeya Kizilirmaka Çankiriyê, navçeyên Ortakoy, Eskîla Aksarayê, navçeya Yerkoya Yozgatê û her wiha li bajarên Çorum, Amasya, Nîgde û Tokatê dijîn. Li Enqereyê 102, Konyayê 75, Kirşehîrê 44, Aksarayê 17, Yozgat, Tokat û Amasyayê 41, Qeyseriyê 23, Çankiri û Kizilirmakê 26 gundên Kurdan hene. Bi tevahî 313 gundên Kurdan li Anatolyaya Navîn hene. Hêjayî gotinê hejmareke zêde ya Kurdên Anatolyaya Navîn jî koçberî welatên Ewropayê bûne. Derbarê hejmara Kurdên Anatolyaya Navîn de agahiyeke têkûz tine ye, lê li gor texmînan hejmara wan ne kêmî yek milyonî ye.

Li gorî lêkolînvanê alman Wolfram Eberhard, Kozanogullariyên li Kozana Edeneyê ku hejmara wan pirr zêde ye, bi eslê xwe Kurd in û piştre di nava demê de bûne Tirkmen. Derbarê Kozanogullariyan de lêkolîner û dîroknasê kurd Celîlê Celîl jî belgeyeke pirr girîng bi dest xistiye. Li gorî belgeya di destê Celîlê Celîl de, ji Kozanogullariyan Silêman Beg di sala 1888ê de bi balyozê Rûs ê Stenbolê re weke Kurdekî têkilî daniye.

Rihayî herî zêde ne

Li gorî TÜİKê, li tevaya Tirkiyeyê tenê nifûsa 3 bajaran di ser 2 milyonî re ye (kesên ku li wir ji dayîk bûne, anjî pêşiyên wan li ser wir hatine qeydkirin). Li gorî vê daneyê nifûsa Rihayiyan a li tevahiya Tirkiyeyê 2 milyon û 285 hezar kes e. Lê li pêşiya Rihayê, Stenbol û Konya bi nifûsên xwe yên zêde li Tirkiyeyê derdikevin pêş.

TÜİK daneyên nifûsa koçberiyê jî eşkere kir. Dema mirov li hejmarên koçberan dinêre, li Îzmîrê herî zêde koçberiya ji Mêrdînê çêbûye. Her wiha li Edeneyê herî zêde koçberên Rihayê dijîn û li Bûrsayê jî herî zêde ji Erziromê koç hatiye kirin. Li gorî daneyan, Mêrdînî herî zêde koçberî Amedê bûne. Koçberên din ên ji Mêrdînê piştî Amedê herî zêde koçî Îzmîrê kirine.

Çiqas Kurd li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dijîn?

Herçiqasî bi van statîstîkan jî hejmara Kurdan a li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tam diyar nabe, lê dîsa jî “hejmarek derdor” diyar dibe. Çawa ku di nav van statîstîka de hejmara hemû Kurdan li Tirkiyeyê cih negirtine, di heman demê de jî hemû kesên ku li bajarên Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûne, ne Kurd in. Li Bakurê Kurdistanê gellek milletên din jî dijin û ew jî weke “Kurdistanî” tê hejmartin. Lê eger hejmara 22,7 milyon “Kurdistanî” li ber çav bê girtin, herwiha 1 milyon Kurdên Anatolyaya Navîn lê bê zêdekirin, di heman demê de jî çend milyon kesên “Kurdistanî” lê ne Kurd ji wan bê qutkirin, dîsa belkî bo cara yekemîn û bi awayekî fermî qebûlkirî hejmarek ji bo Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diyar dibe ku ew jî 20 milyon e.  

Hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên ji bajarên Kurdan (2012):

TÜİK qeydên nifûsê yên 81 bajarên li Tirkiyeyê yek bi yek derxist. Di van qeydan de cihê jidayikbûna mirovan û hejmara kesên ji wan bajaran li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye, tê diyarkirin. Li gorî vê lêkolînê, li Tirkiyeyê herî zêde Stenbolî, Konyayî, Rihayî, Amedî û Îzmîrî dijîn. Li bajarên Tirkan nifûsa herî kêm a bajarên Yalova, Bayburt û Bîlecîkê ne. Li bajarên Kurdan jî nifûsa herî kêm a bajarên Kilîs û Colemêrgê ne. Hejmara kesên li bajarên Kurdan ji dayîk bûne jî, yan pêşiyan wan li van bajaran ji dayîk bûne, wiha ne:

Agirî: 984.849

Amed: 1.943.848

Bedlîs: 691.333

Colemêrg: 291.875

Çewlik: 508.251

Dêrsim: 248.773

Dîlok: 1.479.087

Elezîz: 848.617

Erdexan: 492.147

Erzîngan: 601.598

Erzirom: 1.687.078

Êlih: 674.921

Îdir: 303.030

Kilîs: 279.053

Meletî: 1.271.228

Meraş: 1.425.132

Mêrdîn: 1.394.069

Mûş: 788.439

Qers: 869.901

Riha: 2.285.535

Semsûr: 997.280

Sêrt: 679.777

Şirnex: 555.719

Wan: 1.296.284

Hêjayî gotinê ye li gorî van daneyan bi tevahî 22 milyon û 297 hezar û 824 kes li ser nifûsa bajarên Kurdan in.

Rûdaw

About The Author