YPG lotikek li Selah Bedreddîn xist û ew kir ajanê Tirkan

YPG (Yekîneyên Paraztina Gel) ku girêdayî PYD û PKK ye, bi daxuyanîyek nivîskî êrîşî Selah Bedreddîn, Partîya Azadî û hinek grûpên ku li Efrînê ne alîgirê wan in, kir, ew kirin ajan û sîxurên dewleta Tirk.

YPG, di daxuyanîya xwe de dibêje ku li herêma Efrînê çeteyek çekdar heye, navê wê çeteyê “Tîma Selaheddînê Eyyûbî” ye, girêdayî dewleta Tirkiyê ye û fermanên xwe ji Selah Bedreddîn distîne.

Balkêş e, YPG di daxuyanîya xwe de dibêje ku “Partîya Azadî” jî piştgirîya vê çeteyê dike.

Û berî çend rojan kî hatibû qetilkirin?

Endamê Partîya Azadî Mahmûd Walî

YPG a ku kujtina Mahmûd Walî negirtibû ser xwe û înkar kiribû, bi vê daxuyanîyê Partîya Azadî dike alîgir û hevalbendê vê çeteya ku ew wek “ajanên dewleta Tirk” dibînin û bi vî awayî jî guman tê kirin ku YPG li pişt kujtina Mahmûd Walî ye.

Li ser bext û wîjdanî Ajansa ANF be, dibêjin YPG gotiye; “Emê destûrê nedin ku tu hêzek ji derveyî kontrola me bijî, emê li dijî wan hêzan “operasyona qirkirinê” bidin destpêkirin” û hêzên ji derveyî xwe tehdît kiriye, gefa kujtinê li wan kiriye.

Werhasilî kelam, Kurd dijminê qewmê xwe ye. Kurdên ku dengê xwe ji eskerên Beşarko re nakin, hêzên ji derveyî xwe bi kujtinê tehdît dikin.

Ez serê we neêşînim û neteqînim, em Kurd li ser navê Kurdan Kurdan dikujin.

Em Kurd li ser hesabê hinek hêzan Kurdan dikujin.

Birastî lo, emê kengî xwe nas bikin û li xwe vegerin?

Haaaaaa, berî ez ji bîr bikim, ANF gotiye “Selah Bedreddîn” li Tirkiyê dijî.

Wey merheba!

Kuro kerr û lal jî zanin ku Selah Bedreddîn ne li Tirkiyê lê li Hewlêrê dijî bavê min,  ma hûn dixwazin kê bixapînin?

Qamişlo

Li ser bext ANF be

http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=68915

About The Author