Evîna me lotikek xwar

Siyasetmedara Kurd û xezala „Girêmîra“ keça me Evîn Çetîn, lotikek ji partîya xwe xwar û terfîya xwe winda kir.

Li ser bextê fitne û fesadên çiyayê Qendîlê be, dibêjin Evîna me çûye Qendîlê, ketiye govendê, bi gerîllayên PJAK û PKK re dest bi lotikan kiriye, di govend û dîlanê de ji kêfan re serxweş bûye. Êêêêêê, dibêjin hingî Evîna me di govendê de germ bûye,  ji bîr kiriye ku ew siyasetmedarek Swêdî ye  û ciyê siyasetmedaran jî ne çiya lê berîyên welatê Swêdê ye.

Axir, piştî ku wêne û vîdeoyên Evîna me derdikevin holê, partîya wê ya Sosyal Demokrat lotikekê li wê dixe, bi sedema ku piştgirî daye terorîst û terorîzmê wê ji kursîyê wê bi dûr dixe û wê dicemidîne. 

Erêêêêê erê Evîn xanim!

Keçê porkurê, kezîkurê, tu siyasetmedar î, tu siyaseta partîya xwe jî baş zanî bawerim, keçê ma derek nemabû ku tu biçî Qendîlê û govendê bigrî?

Keçê te Girêmîrîyên Swêdê bidana hev, we govendek qerase li dar bixista û te jî serê govendê bikişanda, ma ji govenda Qendîlê ne xweştir bû keçko! 

Kesên ku li Qendîlê govendê bigrin pir in evîn xanim, lê kesên ku karibin li Ewrûpa û Îskandînawyayê siyasetê bikin û ji Kurdan re „lobî“ û „dostan“ çêkin kêm in. Me digot qey Evîna me van tiştik miştikan zane. Lê mixabin wê jî xwe kir bi qurbana çend lotikên li Qendîlê.

Êêêêêêê Evîna me!

Gelo çi li te zêde bû?

Gelo te li Swêdê siyasetek baş bikira ji Kurdan re ne bixêrtir bû?

Stockholm

About The Author

4 thoughts on “Evîna me lotikek xwar

  1. kare we pasde dan u partiya swedi gav bi pasde avet bi chutki…swedi yan xwe li hember dahola kurdan u govanda me bi pazdane karara xwe rawastandin u gotin buburin me xeleti kiriye….na xwe emi kaden stockholm u börlänge bi kaden kandile u govenden kurdistan e….

  2. Bi telake mere bere qu swediyan kerara xwe pasde ne girtibane,,emi govende ji Borlänge hetta Giremira u li hembeza ciyaye Bagoke govendeka kerase li dar bixin…da qu ciyayen Kandil e ji bi hejand bana……Le min bihist qu Evin xanim gotiye hetta ez nebim perlement min govend li xwe kedexe kiriye!!!!!

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.