KCK dîsa lotikek kesanedî avêt

Li ser bext û wîjdanê ajansa ANF be, li gor ajansa ANF dibêje, KCK daxuyanîyek qerase di derbarê grevên birçîbûnê de derxistiye û qiyamet rakiriye. KCK daxuyanîyek bi navê...

Li ser bext û wîjdanê ajansa ANF be, li gor ajansa ANF dibêje, KCK daxuyanîyek qerase di derbarê grevên birçîbûnê de derxistiye û qiyamet rakiriye.

KCK daxuyanîyek bi navê „Tenê rêyek ma, bilindkirina berxwedanê“ weşandiye. Di daxuyanîyê de bi dûdirêjî behsa rewşa girtîyan û helwesta hikûmeta AKP û Kasimpaşalî Receb tê kirin. Lê sosreta mezin, di dawîya daxuyanîyê de çend rêzên balkêş û kesanedî (gerçî gelek kes dibînin de werhasil) hatine nivîsandin.

Çi hatiye nivîsandin hûn zanin?

„Em bang li hemi kesên ku yekîtî û yekparîya Tirkiyê diparêzin dikin ku mil bidin milê gelê Kurd û li dijî faşîzmê hevkarîyê bipêşbixin“ filan û bêvan.

Ango, kesên ku yekîtî û yekparîya axa Tirkiyê diparêzin û naxwazin Tirkiye parçe bibe, bila li dijî faşîzma AKP piştgirîya gelê Kurd bikin!?

Wek tê zanîn, ji AKP, MHP, CHP û hemi partîyên Tirkan bigrin heta bi Konseya Ewlekarîya Netewî jî dibêjin „paraztina yekîtî û yekparîya Tirkiyê“ û sînorên dewleta Tirk diparêzin. Ji xwe ev xalek bingehîn ji xalên destûra bingehîn a dewleta Tirkiyê ye.

Ê qurbana çavê we bim, AKP û Kasimpaşalî Receb jî „yekîtî û yekparîya Tirkiyê“ diparêze babam, naxwe çima hûn şerê wî dikin?

Îcar em çi bêjin em jî nizanin. Em çi xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe bikin em jî nizanin. Gelo ma lê hêjaye ku keç û xortên Kurd li serê çiyan ji bo „yekîtî û yekparîya dewleta Tirkiyê“ bên kujtin? Gelo lê hêjaye ku di zindanên dewletê de keç û xortên me ji bo „yekîtî û yekparîya dewleta Tirkiyê“ têkevin grevên birçîbûnê û xwe bikujin? Ev çi şorba nîskê ye, çi pelûl e, çi tirşo ye?

Werhasilî kelam, xwedê aqilekî bide me Kurdên xwelîliser…

Xwedê me hedayet bike rebbî….

Enqere

Binerin:

http://www.anf.bz/index.php?rupel=nuce&nuceID=71339

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • Merwan
    14 November 2012 at 20:25

    Ê xwe bircî dike ew dizane ji bo cidike gereke emjî rêz û rêzgirtin jêre nîsan bidin liber vê berxwdana mezin zimanê mere laldibe xweda wan biparêze

  • Barzan
    15 November 2012 at 02:11

    Edi tu baweriya mi bo apociya nema.Ez li ser tirkan bimizim.

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...