Kevok û rêzanî

Du kalemêr li derva li bin darê runiştine, yek ji wan genîm dide Kevokan û vedibêje:

-Ez her sibe berî nîvro qût didim van feqîrên xwedê û zikê wan têr dikim.

Ewê din bi ken dibersivîne:

-Lawo dîno ev kevok mîna rêzanan in. Dema ku li jêr in lingên wan erdê tên di nav lepên me de qût dixwin, lê dema ku li banî û jor in di ser serê me de (zirîç dikin) dirîn, zelqan dikin.

Bûyer û dûrişmê rêzanên îroyîn jî wek vê  ye.

Ew mirovên girtî, ewên ku ji bo hin mafên xwe bi bedêla mirinê ketine greva birçîbunê, li ber çavên me orde orde laş û henavên wan tête helandin û ewê bikevin ber mirinê.

Xwezî serokên wan jî li ber xwe bidana û çend rojan bila birçî bimana..

Ev çalakî her wek pêşbirbezek di navbera AKP û BDP de li ser hukimranîya qada herêmî tête ajotin. Mirina mirovan ji bo rêzanan wê bibe destkevtinek. Ji bo hikûmetê jî ne xem e, ji ber ku ew bi xwe Kurdan dikujin û herêma Kurdîstanê bi zorê, bi xwîn xistine bin pê.

Ev rewş û dûrişmê han gelek xirab û ruxen e ji bo gelê Kurd û doza Kurdistan..

Roja îroyîn bûyera Kawayê hesinkar bi awayek din xwe dubare dike.

Rêzan bûne laşxur û kevok jî bi ser me de dirîn..

About The Author