Bejin kinik û mirovekî wek zarokek heft salî gewde biçûk bû, Li Almanyayê çû ser dilovanîya xwe. Wesyeta wî hebû, gotibû “ Keça min, ku ez mirim min li vir bin ax nekin, bila gora min li welatê min be. “
Keça wî laşê bavê xwe kire qutîya televizyonê û da ser banê trimpêlê berê xwe da welat. Hate Bulgarîstanê, westîyabû (betilîbû) dem şev bû. Di trimpêlê de raza, kete xewê. Şefeqê rabû çi bibîne ! Diza ew qutîya televizyonê ku laşê bavê wê tê de bû dizîne. Keçik bi qêrîn û qajîn çû ba polêsên Bûlgar derdê xwe vegot . “ Bavê min mir min jî ew kir qutîya televizyonê anî ku bibim welat gor bikim, lê qutî dizîne. Ji bo xwedê meytê bavê min bibînin ! “
Polêsên Bûlgar gotin “ Tu çawa bê destûr û bêagihandin laşê mirîyekî bi xwe re tînî ? Emê di derheqê te de lêpirsînê vekin. “
Keçikê neçar dev ji bavê xwe berda û derbasî Tirkîyê bû. Çû ba mudurê gumrûkê, bi çavên rondik dibarin bûyer jê re got. Mudurê gumrûkê bi hinkûfên Bûlgar re ket têkilîyan. Werhasil meytê bavê wê dîtin û anîn dane keça wî.
Mirî be jî xwedê tu kesî bê bav nehêle rebî !
Ez difikirim bavê me Kurdan jî dizîne, çimkî gelek Kurdan ji xwe re bavên Ereb, Faris an jî Tirk dîtine.
Hûn dibên çi gelo ?
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye