Ev meleyên şaşikmezin çi dikin?

Meleyên xelkê erkên dînê xwe tînin cîh. Dua û selewatan didin, şîretan li xelkê dikin, rêya başî û qencîyê pêş xelkê dikin, doza îman, aştî û bratîyê li xelkê dikin. Lê xuyaye meleyên şaşikmezin yên Îranê ne wek meleyên xelkê ne, ji kujtin, çek, sîleh û xwînrijandinê pêve tiştekî din nayê bîra wan tarikselatan.

De ji xwe re li van şaşikmezinên Îranê binerin û bifikirin.

Binerin bê çawa sîlehan hildigirin, çawa nîşanê digirin û çi xezeb ji ber lingên wan dibare.

Law şaşikmezinno,  ma karê we îbadet û şîret in, yan sîleh û kujtin e oxlim?

Mele tev rêz girtine û xwe fêrî teqandina tivingan dikin.

Çima? Sedî sed ji bo ku Kurdan bikujin.

Yek serqot û yek jî bi şaşik. De lêxin oxlim, ka kî ji we box e?

Du meleyên bi şaşik ketine ber hev û di teqandina tivingan de sîqal dikin?

Çima? Kî kare zêde Kurdan bikuje.

Mele, wele bi şeş telaqan tiving li te nayê!

Ha wisa hah! Ev mele dişûfe mêrxasan. Ka go li nîşanê bide, heke lê nede û bi vî negre başe.

About The Author