35 salên xwe bi tir û fisan derbas kir

De werin li vê ecêbê û li vê lotika kesanedî binerin.

Prof. Dr. Ahmed AKGÜNDÜZ ji bo ku Mela Saîdê Kurdî bike Ereb û wî ji Kurdayetîya wî dûr bixe, 35 salan lêkolîn kiriye, 35 salan çîrok û çîvanokên virt û vala dane ser hev û xwedênegiravî koka Mela Saîdê Kurd (Norsî) derxistiye holê.

Û mêro Mela Saîdê me kiriye çi û gihandiye kîjan kok û nîjadê hûn zanin?

Ew kiriye „Ereb, Seyid“ û „Nevîyê Hz. Mihemed“.

Profesorê ne profesor cîgerim Prof. Dr. Ahmed AKGÜNDÜZ, ji bo ku Mela Saîdê Kurdî bike Ereb û wî û ilmê wî ji Kurdan dûr bixe, 35 salên tirtire lêkolîn kiriye.

Ê law hey nizanim çi, birêz Prof. Dr. Ahmed AKGÜNDÜZ!

Ma go te 35 salên xwe bidaya xebata bratî, wekhevî, aştî, dadwerî û edaletê, te 35 salên xwe ji bo maf, wekhevî û demokrasîya mirovên li Tirkiyê xerc bikira, ne çêtir û bixêrtir bû oxlim?

Yanî tu Mela Saîdê Kurdî bikî Ereb wê çi li te zêde bibe, tu wî bikî Tirk wê çi li te zêde bibe ha?

Ma bi vir û derewan kes kare nîjad û qewmîyeta kes yan milletekî ji holê rake ewladim?

De aha ji te re Kurdbûna Mela Saîdê Kurdî sayin Prof. Dr. Ahmed AKGÜNDÜZ begefendîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîî!

About The Author