Kilîlîlîlîlîîî, hemşoyê me bû wezîr!

Belê, serok û merokê Tirkîyê Qasimpaşalî Receb 4 wezîrên xwe guhertin û îmana wan teneke kir. Helbet dilê 4 wezîrên nuh jî xweş û geş kir û tir di wan de kir fis.

Lê mesela me li ser wî dewarê xwedê û gavanê gund Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn bû.

Heke we dên û bala xwe dabe axavtin û helwesta Îdrîsko, hûnê baş zanibin bê ew çi kundirekî vala ye, çawa dijminê Kurda ye û çawa henekê xwe bi xelkê dikir.

Ma kundirekî vala wek Îdrîsko ê wezîrtîyê bû yaw? Hem jî wezîrê hindur kuro!?

Axir, Qasimpaşalî Receb darek qerase xist qûna „kundir Îdrîs“ û hemşoyê me ê Mêrdînî Muammer Guler (ewê ku bejna wî 1.45 metro kinik û kurtik e) kir wezîrê hindur.

Herçiqasî ev lotika bêîman li zora qûna Îdrîsko çûbe jî, lê dibêjin kêfa hemşoyê me Muammer Guler pir hatiye. Ji kêfa re hema bêjin 5 santîmên zêde hatine ser wî û dibêjin niha bejna wî texmînen bûye 1.50 santîm.

Werhasilî kelam, bela ew tir ji wî kundir û dewarê xwedê Îdrîsko re nemabe û çi dibe bela bibe. Hey wê hemşoyê me Muammer efendî ji kundir Îdrîs çêtir be. Çawa be Mêrdînî ye (Kurd be, Mihelmî be, Ereb be, Suryanî be ferq nake).

Hema pîs be jî bela pîsê me be lo.

Hema wek hacûc û macûcan kinik be jî xem nake ellahwekîl…..

Heta niha kêm zilamên pîs ji Mêrdînê derketine.

Erê çend „homo û momo“ ji nav me jî derketine, lê bi piranî Mêrdînî pak in, germik û nermik in wesselam.

Lê ku Muammerê me jî bide dû şopa kundir Îdrîs û xwe bişibîne wî, aha wî çaxî bizanibin ku ew ne Mêrdînî ye û hûn sax…

Mêrdîn

 

About The Author