Zikê têr hay ji zikê birçî tuneye.!

Xêrxwaza Dêrikî

Ezê qala salên borîn, zilm û zorê, bedel û têkçûyînê nekim, êdî qala peyvên qelew û kilasîk jî nekim. Çimkî ji dîrokê û virde bi hezaran şîret û hişyarî, bi hezaran peyv û gotin hatine kirin lê tu encam jê derneketiye. Ji ber ku ezezî, ya min, berjewendî, îxanet, xwefiroşî û wekî din her biser ketiye.

Lê vê carê pir muhîm û giringe û dijwartir e, tunekirin e, xelaskirin e, wek mînaka Ermena .

Ne sîyaset, ne ziman, ne doz, ne maf êdî yekcarî ketiye qul û qewara, kesek nikare serê xwe rake. Lê ku em têbighijîn, hêj jî em nabînin û bûye „zikê têr hay ji yê birçî tuneye“. Me êdî hewcedarî bi ûjdan û merhemet û ponijandinê heye. Emê destê xwe deynin ser dilê xwe û biponijin.

Her ferdek, neferek, mirovek berpirsyar e, herkesek xwedîyê xwe û vî bar û berpirsyarîyê ye. Vê carê muhîm e, vê carê qezençkirin e, vê carê hebûn û tunebun e. Ji çar alîyan zixt û dek û dolab û leyistok tên kirin, bandor li her çar perçan dibe. Sedemên wedîlihevderneketinê encama wê giran e, ji me pêve kesî me tuneye, encex em hev xelas bikin.

“ Dijminê bava nabe dostê lawa „.

Mixabin cardî peyvên kilasîk kete nivîsê. Divê çi sazî, partî, rêxistin, civakên sivîl ên her çar perçan têkevin nav têkilî û tevdîr û tifaqan. Ger hûn vê nekin, bizanin ku hûn hemû gunehkar in, webalkar in.

Kurdistan

About The Author