Ecewît kir „wît wît“

Dibêjin navê vî lotikvanê ku ev lotika bêîman li konsûlata Obama xistiye, Ecewî t Şanli ye.

Hemşoyê me Wezîrê Teqereq û Lotikên Navxweyî  Gulerko jî gotiye ku ev lotikvan xwedêgiravî endamê DHKP-C ye.

Ê de oxil, madem te zanîbû  çima te berê ew desteser nedikir?

Naaa, emma û lakîn  prensîpek dewleta Misto Kemal heye ku Qasimpaşalî Reco ev e deh sal in wek bekçîyên Amedê bi sivnik û gezikan dike nake, nikare pel û zibla wê bi tevahî bimale.

Hewqas me şîret li Qasimpaşalî jî kirin û me roja Pêncşemê gotibû hemşoyê xwe jî lo lawo wele, bile û teleh, ew tovê ku lawikê Makedonî li naverasta Enetolya û Bakurê Kurdistanê reşandiye, heke ne dîsa sivnikvan û Kurd bimalin, hûn nikarin tiştekî jî bikin oxil.

Ha çend roj berê we li Dêrsimê bi çavê xwe dît ku 24 lotikvanên partiya Ecewît  Şanli wek masîyên ku bê av serxweş ketibin yeko yeko hatin xwe radestî leşkerokên tirekeme kirin.

Navê vî lotikvanî ji ber ku Ecewît e, dixuye ku bavê wî mirîdê Bilind Ecewît ê tirkiyê kurê Mistefa Begê Kurd bûye.

Li gor agahdariyên ku  sîxur û pisporên Lotikxanê bi dest xistine, ev lawikê bi navê  Ecewî t pir netebitî ye û di nava beşa propagandaya bi çekdar de dixebite. Ew û  berpirsyara xwe Zeyneba nermik û germik bi lotik û zîtirkên kesanedî êrîş  biribûn  ser  Midurîyeta Polîsan a Stenbol ê û lotikek li mala leşkeran a Herbiyeyê jî xistibûn, ji ber wê jî hatibû desteserkirin û ketibû qulikê. Lê piştî demekê  dewleta sererd û binerd radibe Ecewît ê lotikvan ji girtîgehê berdide derva û jê re dibêje: „Here oxlim here, here  karê xwe yê berê  bidomîne, tuyê ji me re pêwist bibî“ filan û fîstan.

Gelî lotikvanan, binerin, îcar dewleta bîjîyê Makedon vê carê  Ecewît ê lotikvan  bera ser balyozxaneya Obama daye.

Lê bi rastî em wek Lotikxane, zêdetir heyfa xwe bi rojnamevana mermik û germik Dîdem xanimê tê û em di meraqa wê rojnamevana germik û nermik de ne.

Li gor ku telefonîsta me Şermoka Bêfedî berî niha bi pênc  deqîqan bi bizîşkê Dîdem xanimê re xeber da, Prof. Dr. Nurullah Zengin gotiye „Wele ez bi serê we kim bombeya Ecewît Şanli tirr di Dîdemê de kirine fiss, lê hêvî Xwedê ye, belkîem wê xilas bikin“ filan û xeftan.

Hûn zanin, em lotikvan ne terefdar in ku jinikên nermik û germik wisa zû xatir ji dinyayê bixwazin û herin. Em tim û tim terefdarê xanimên germik û nermik in, ji wan hez dikin û wan dadîtin ser kolînka xwe.

Werhasilî kelam, ew zilamê bi navê Ecevit Şanli ku xwe li konsulata Emerîka teqandiye, serokkomarê berê  Ahmed Necdet Sezer ew ji girtigehê daye derxistin.

Îcar destê dewleta sererd û binerd di bêrîka kîjan endamên rêxistinên çep yên Kurd û Tirk de ye kes nizane. Ecewît edendî ji partîya DHKP-C ye. Balkêş e, Fahrîye Erdal ewa ku bi alîkarîya Ergenekonê  Ozdemîr Sabanci kujtibû jî ji DHKP-C bû. Van salên dawîyê DHKP-C wek rêxistinek veşartî ji ya dewleta sererd û binerd tê qebûlkirin. Lê sosreta mezin jî ev e ku hinek ji wekîlên partîya Kemalko CHP piştgirîyê didin vê partîya çelqo belqo û lê xwedî derdikevin.

Axir, Ecewîtko xwe teqand û berê xwe da axretê. Polîsek jî ket b er lotika wî û wî jî berê xwe da axreta gewrik. Lê Dîdem Tûncay niha li ser pira silatê ye, rewşa wê giran e û îhtîmalek mezin heye ku ew jî li trêna axretê siwarê wesselam…

 

Engurya

About The Author