AHA RÊYA SAXLEM EV E HAH!

Qasimpaşalî Receb abê hema diçe ku, dibêje ku wî hewqas rê çêkirine û çîroka xwe dûdirêj dike. De ji xwe re binerin, rêyên ku Qasimpaşalî abêmiz behsa wan dike, yek ji wan jî ev rêya saxlem e.

Rêya li navbera bajarê bapîrê me Nûh Pêxember û bajarê Memozîna Ehmedê Xanî ku navê wê E-90 e, pirî ku saxlem û dirust çêkirine, ji aliyê melekên Xwedê ve bi lotikek qirase hedimî.

 

Ê de em carinan dibêjin ku Qasimpaşalî kenê xwe bi rêyên Kurdan jî dike, hinek dibêjin naaaaa…

Ê de oxil, li rêya Şirnexê binerin û hûnê her tiştî fêm bikin.

Çima rêya di navbera Stenbol û Izmîtê de naherife?

Çima rêya di navbera Stenbol û Edirneyê de naherife?

Çima rêya di navbera Enqera û Eskîşehirê de naherife?

Lê riya di navbera Cizîra Botan û Şirnexê de xweş diherife.

Lê belê pir xweşik û rindik çêbû ku di dema herifandinê de çend makîneyên artêşê ne li ser rê bûn. Heke li ser rê bûna û çend leşûker miribûna, Xwedê dizane dîsa wê Ergenekonê qiyameta reş li ser serê Qasimpaşalî Receb rakiribûna.

Bi sê telaqên jinberdanê, hingî ajan û sîxurên Lotikxanê jî ew xilas nedikir.

Binerin li vê sosretê:

Dibêjin rê bi qederê 20 km dirêj herifîye. Gelo dîsa serokê sererd û binerd fermana herifandina rê daye ku wilo çêbû?

Heke 20 km rê li welatekî din hatibûna herifandin, kî çi dizane, belkî mala serokwezîr û ya wezîrê rêyan dabûna ber bahlîcanê sor û reş ellahwekîl.

 

About The Author