Mamê me Hiso di dawiya dawîn de êdî xwe ranegirt, çavên xwe girtin û devê xwe vekir, berê xwe da hemû kesên çi Kurd û çi jî ne Kurd ku navê Kemal bi navê wan ve zeliqandine, got:
”Êdî bes e, va ye dewra Ehmedî hatiye û dewra we zindîqan çûye. Ez bi sê telaqan sond dixwim, çi ji qûna we hatiye we kiriye: We mizgeft kirin axur, we cem û dergah kir tewle, we rûpelên Quranê kirin kaxizokê beqal û çeqalan, we cezayê pere ji bo xeberdana Kurdî stend, we navê hemû gund û mezra û newal û dol û nihalên Anatoliya û bakûrê Kurdistanê tev guhertin û we navên Makedonîzmê li wan kir” filan û fistan
Apê me Hiso lokê devan e, beranê miyan e, nêriyê pezkovîyan e û kilê çavê zerîyên Enqerê ye. Xwedê dizane û pêxemberê umetê jî şahid e, apê Hiso wê serê wan kerên Şamî têxe diya wan, wê ji dê derxe û têxe pîrika wan, wê ji pîrê derxe û têxe qûna bapîrê wan ku niha pûtê wî li her deverê wek qazox çikandine.
Apê me Hiso hema nebêje mêr e, qey tu dibêjî Kawayê Hesinker piyê xwe rakiriye û wî piyê xwe li şûnê danîye û dîsa berê xwe daye Kemalan û gotiye: “Oxlim, hûn nikarin kesî bi guhertina navên wan bikin nola xwe. Oxlim ker kurê kerê ye, ciwanî keça mehînê ye, beran mêrê mîyê ye, bizin jina nêrî ye û bi sê dînê li dinyayê Kurd jî kurê Kurd e, Tirk jî zarûkên Cengizxan, Mistikoyê bêjî jî navêjim, ji xwe her kes dizane ku yê kê ye” filan û dîsa fîstan.
Xeberdana mamê me Hiso pirî ku xweşik û rindik e, merî naxwaze dev jê berde, gava wî li zanîngehê bi ciwanan re xeberda, weha got: “Gelî ciwanan, hûn xwe ker nebînin, hûn xwe hirç û hov jî nebînin. Bi sê telaqên jinberdanê dinya dinyaya we ye. Em niha zagonek nû çêdikin ku tê de navê kesî nebe û her kes hemwelatîyên Tirk(iyê) be, em dîtina her kesî jî werdigirin û guh didinê cîgerim” û pêde çû.
Gelî lotikvanan, hûn dizanin Kurdan gotiye: “Ev xweş xeber e, lê min ne bawer e!”
Gelo ev Tirkên nîjadperes ên pîçê Jontirkan wê qîma xwe bi vê yekê bînin?
Yan ew Kurdên ku ev e 100 sal in Jontirkan di gora heftsed bavê wan kuta ye, wê qîma xwe bînin ku navê wan wek Kurd nekeve makzagonê?
Îcar zimanê siyasetê nerm e û hestî jî tê de nîne ku biqurife.
Lê divê mamê me Hiso guh bide Lotikxanê jî. Bi sê dînê li dinyayê, eger razîbûna Lotikxanê di vê zagona nû de neyê qebûlkirin, salek piştî zagona nû wê Artêşa Lotikxanê têkeve dewrê û vê carê wek teyrikên Ebabîl wê fîtirên beran ji ezmên bera ser Enqerê bidin.
Îcar xalê me Hiso, serok û hikûmeta wî zanin û hûn sax…
Enqere
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye