Divê yekîtîya dewleta Tirkiye bê paraztin

Gotina serokê sererd û binerd, hûn bixwazin jî û nexwazin jî, wê bi cîh bê qardeşlerimiz.

Serokê hêja gotiye:

Yeeeeek: Daxwazek me ji bo federasyonê û ji bo otonomiyê tuneye.

Didooooo: Xet û metên me yên sor û mor tunene. Divê BDP jî dest ji van xetikokên soremoçkî berde.

Sisêêêêê: Divê yekitîya komara Tirkiye mîna xwe her bê paraztin û şeq û deq û qelş lênekevin.

Çaaaaar: Divê gerîlla dest ji şer û mer berdin. Di vî şerê bêmane de heta niha kî hatibe kujtin ji min re ne derd e, kî birîndar jî bûbe dîsa ji min re ne derd e.

Pêêêêênc:  Divê lihevhatin di sê pêngavan de bi cîh bê:

PKK çek deyne, lê bila leşker çek bi kar bîne.

Bila PKK biqewire û ji Doxû û Guneydoxûyê derkeve, bi ku de dicehime bila bicehime û here. Bila ew serkêşên li Qendîlê şervanan îqna bikin da ew carek din dest nedin çekan, da ew carek din dest bi lotikên şer nekin.

Şeeeeeşşş: Tirkiye bûye demokrasî û pirsa Kurd wê ji ber xwe ve hel bibe.

Heeeeeffft: Gelî lotikvanan, hûn zanin ev xal çi ye ku sayîn başqan gotiye? Heke we zanîba, bi sê telaqên mêrberdanê xew nediket çavên hewe. Ew jî ev e: Jixwe va ye Tirkiye sibe, du sibe dibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Hingî ji ber xwe ve Xweseriya Demirqirasetî çêdibe. Hûn bixwazin jî ev e û nexwazin jî ev e.

Kurd dibêjin: Kero nemir bihar tê, pîrê nemir gîha û pincar tê.

Em ê jî li benda hatina endametiya Yekîtiya Ewrûpayê bimînin ka bê xwedê çawa dike. Heke endametîya Yekîtîya Ewrûpayê jî qeraseyek nexist me Kurdan başe…

Enqere

About The Author

3 thoughts on “Divê yekîtîya dewleta Tirkiye bê paraztin

  1. her çi qas ku lotikxane bê sansûr be jî. Dil qayil nabe ku tilîyên min li ser qlavyeyê bigere. Ez sansûrê li xwe dikim. pîrika min berê digot „me bi xêra apo stenbolê dît! kî çû ji kîsê xwe çû“ û min jê re dixeydî. Neyse sayin xwendevanên lotikxane ez dikarim li ser vê nûçeyê romanekî jî binivîsim lê dil qayil nabe ku çend hevokan binivîsim…..

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.