Roja jinan rojek xemgîn e..

sevda kaplan KopieDîroka roja jinan ya dinyayê çiye? Gelo roja jinan çima tê pîrozkirin? Di serî de  lazime ku divê mirov bersiva vê pirsê bide? Birastî ez jî jinek cîhanê me. Lê mixabin ez li hember pîrozkirina vê rojê me. Lewra di vê rojê de jin hatine kuştin. Belê piştî vê rojê; ev roj wek ku ji bo jinan dîyarîyek be tê nişandan. Ez vê qebul nakim. Divê meriv li çîroka vê rojê binere ka gelo çima dibêjin roja jinan?

Di dirokê de vê rojê; di 8 ê Adara 1857 an de li Emerîqa eyaleta Newyorkê nezîkî 40 hezar jin, ji  bo ku şertên xebata febrîqa tekstîlê baş bibe dest bi grevê dikin.Piştî vê polîs êrîşî jinan dike.Ji ber vê jin jî ji avahîyê dernakevin û dûre ar pê dikeve û ji 129 zêdetir jin jîyana xwe winda dikin. Piştî vê li Danîmarqa yê, bi navê jinên sosyalîst ya navnetewî konferansek amade dibe, di vê derê de Seroka Partîya Demokrat ya Civakî ya Almanya Clara Zetkîn ji bo bîranîna jînên mirî pêşnîyarekê dike. Dibê ku bila 8 ê Adarê bibe bîranîna jinên mirî. Ev pêşnîyar di civînê de  tê qebûlkirin. Lê roj bi tevahî nehatîyê dîyarkirin. Lê belê hersal di buharê de hatîye pîrozkirin. Di sala 1921 ê de li Moskovayê hat dîyarkirin. Piştî vê Lijneya  Giştî ya Yekîtîya Mîlletan di 16 Kanûna 1977an de 8 ê Adarê wek Roja Jinên Cîhanê qebûl kir. Li Tirkîyê jî ji sala 1921 ê heta 1975 an bi navê Roja Jinên Kedkar hatîyê pîrozkirin. Piştî derba lêşkerî ya 12 îlonê ya 1980 î, 4 salan tê qedexekirin an jî nayê pîrozkirin..

Niha ez difikirim, ev roj ji bo bîranîna jinên ku jîyana xwe winda kirine hatiye dîyarkirin. Lê ev ne dîyarkirin e. Girtina ser şaşîyên ku hatîye kirin e. Ka em bifikirin. Dema ku mirov nasekî xwe winda bike, gelo meriv wê roja ku miriye bi mûzîkê, bi govend û dilanê tînê bîra xwe?.Di vê derê de bi fikra min tiştek şaşî û xeletî  heye. Hinek kes jî dibên ku jinan ev roj bi dest xistîye, bi vê rojê xwe daye hesibandin. Belê  raste, lê belê bi windakirina jîyana xwe ,bi mirina xwe bi dest xistiye. Madem wisa ye em çima bi şahîyan,bi tîlîlîyan pîroz dikin? Çend salin li hemû dinyayê û bi taybetî li Tirkîyê 8 ê Adarê bi şahîyan tê pîrozkirin. Hîn li welatê me mafên jinan kêm e. Hîn jin tên kuştin, tên tacîz û tecavûzkirin. Ka mafê jinan li kuderê ma? Ka kîmetdayîna pîrekan li kuderê ma? Hinek kes jî ewên ku xwe mirovên global didin nişandan; dibên  ku di civakên pêşketî de mafên jinan tê paraztin. Mixabin ez tev li vê gotinê nabim. Ji bo Tirkîye jî dibêjin welatek pêşketî. Ka mafên jinan? Mêran di meha Sibatê de 24 jin kuştine, 10 jin birîndar kirine, tecawizî 10 jinan kirine, li dijî 16 jinan jî tacîza cinsî pêk anîne. Li Afganîstanê jî tê ragihandin ku li gorî belgenameya ji hêla Lijineya Alimên Olî ku wek Konseya Ulemayê tê naskirin, di bin hinek şert û mercan de maf dide mêran ku li jinên xwe bidin û riya haremtî-selamtîyê teşwîq dike. Şayanê gotinê ye ku haremtî-selamtî ew rê ye ku li gelek qadên jiyanê jin û mêran ji hev vediqetîne.Ev jî xeletîyek mezine. Îslamîyet qet wisa piştgirî nade mêran ku li jinan tadeyî bikin. Peyxêmber (s.a.v) pêşnîyar dike û dibê ku; Xwedê teala jinan teslîmî mêran dike. Resulê xwedê, li derkê gava ku pîrekek têketa hundur li pêşberî jinê radibû ser lingan. Ev jî dide nîşandan ku jin li cem Resulê xwedê çiqas bi qedr û qîmet bûne. Dîsa dibê ku; cinnet di bin lingên jinan de ye. Ka em bifikirin; em jin ne ziretên keça Hz.Fatma ya  Peyxember (S.a.v) in. Divê ku ev peyvên wek kevirên bi qîmet di hişê mirov de her tim bimîne.

Niha jî jinên wê demê bînin bîra xwe. Hema bi mînakên bi kurtasî dixwazim qala jinên Kurd jî bikim. Jinên Kurd him jîr, him jêhatî, him jî zîrek bûn. Malbata xwe wan îdare dikir. Hema bêje tev karên jîyanê li ser milên wan bû. Vê demê jinên Kurd  bi şaşî hatiye nîşandan. Şûnda maye, tiştek nizane, bê qîmet e, filan filan. Na ne wisa ye. Jin bi qîmet bûn. Lewra jin bi qîmet nebûya, şer çawa dida sekinandin? Heta demek nêz di nav gelê Kurd de wisa bû. Di nav eşîran de , malbatan de  lihevnekirin çêbuya û şerek an pevçûnek derketa, mêran li hev dixist. Bera hevdu didan û dikuştin. Lê pîrekek li wê meydanê hebûya û li ber mêrên eşîran bisekinîya, ev şer disekinî. Şermbû ku li cem jinan pevçûna xwe bidomandana. Bi xêra jinan gelek pevçûn sekinîne.

Belê, mirov dikare gelek mînakan lê zêde bike. Di hemû şoreşên gelê Kurd de  jin her gav palpiştek xurt bûye. Her tim piştgirî daye mêran. Qehremanên jin di nav her gelî de hene. Di nav gelê Kurd de jî hene. Divê mirov vê ji bîr neke. Jin pêşxistina civakê ye. Bila jin jî mafê xwe bizanibin û xwe her roj pêşve bibin.

Roja bîranîna jinên mirî; bi xemgînî û bi gulên sê reng  dixwazim bînim bîra we….

Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.

About The Author