Dizê malê ji malê ye

Serokwezîrê Iraqê û potînalêsê Îranê Nûrî El Malikî diz derket. Hem jî dizekî qerase, dizekî ji Saddam Hisên mezintir.

Nûrî Malikî van demên dawîyê bi dijwarî êrîşî hikûmeta Kurdistanê û serok Barzanî dikir, ew wek diz û gendel bi nav dikir û digot ku „sextekarîya herî mezin li Kurdistanê tê kirin“. Lê piştî ku serok Barzanî serê wî paşûpê xist qûna bavê wî û belgeyên dizîya wî eşkere bûn, sedema êrîşkarîya Malikî ji derket ser rûyê avê.

Xuyaye Malikî ketibû tirsa ku belgeyên dizîya wî derkevin holê û paşûpê li kerê siwar bibe. Ji ber vê jî êrîşî Kurdan dikir, gunehên xwe dixist stuyê Kurdan û digot „sextekarîya herî mezin li Kurdistanê tê kirin“. Lê bi eşkerebûna belgeyên dizîya qûnek Malikî, êdî dinya û alem pê hisiya ku Malikî serokê dizên Iraqê û gelên Iraqê ye, soza ku daye xelkê binpê dike û siyaseta dizî û gendelîyê dimeşîne.

Hat zanîn ku Malikî begefendî bi dizî bi milyon dolaran petrol firotiye Îranê û herweha 150 milyon varîl petrol firotiye şîrketên biyanî, bi milyonan dolar û euro bera bêrîka xwe dane.

Ê ji berê de dibêjin „dizê malê ji malê ye“ ha!

Ma di Rojhilata Navîn de kesekî ku bibe serokê dewletek Ereb û dizîyê neke heye? Aha Malikî jî yek ji wan qûnreşan e ellahwekîl….

Hewlêr

About The Author