Serhildana Qamişlo

Ev meha Adarê ye, bêhna gula yarê ye
Lê ne wek hercarê ye, li bajarê Qamişlo

Dengê serhildanê ye, navê berxwedanê ye
Lehya vê buharê ye, li bajarê Qamişlo

qamishlo

Ma ta kengî bindestî, êdî kêr giha hestî
Serê dijmin şikestî, li bajarê Qamişlo

Ev çend sal in ko neyar, em Kurd hiştine bê par
Ica vaye bû hawar, li bajarê Qamişlo

Ev rêjîmek xwînmij e, bê maf Kurdan dikuje
Lewra îro baguj e, li bajarê Qamişlo

Qamişloka rengîn e, ji bo me Kurda jîn e
Dilê me tev bi xwîn e, li ser şarê Qamişlo

Ev rêjîma bêhn genî, rû qirêj û tev tenî
Wa hilweşî ji binî, li bajarê Qamişlo

Ma çiqas dil bi kîn in
Ko navê me dixwînin
Va em wana dibînin
Li bajarê Qamişlo

Bi tank û top û leşker
Di çav wan de timî şer
Va disotin hişk û ter
Li bajarê Qamişlo

Lê lehiya me kurdan
Ji her bajar û gundan
Bi xum-xum û bi dengdan
Tê hewara Qamişlo

Dawiya nokeran e
Fasişt û zorkeran e
Kurên wan mêkeran e
Li bajarê Qamişlo

Ji bo Şehîd aferîn !
Berxwedanê dike jîn !
Dibe dil û dibe vîn !
Li bajarê Qamişlo.

Kurdistan

About The Author