Ayselê lê Ayselê…

Wekîla BDP û seroka Kurdên peppûkî xaltîka we Aysel Tûglûk, vegerîya ser kok û binyata xwe û cardin dest bi lotikên Kemalkî kir.

Xaltîka we Tûglûk xanim ji rojnama Radîkal re çi gotibe başe?

Ji Nazan Ozcan re gotiye:

„Binere keçko, nameya Ocalan ji bo min ne tiştek nû bû. Ji xwe Ocalan ev e. Nerînek Tirkîyetî. Name gelek bi  wîjdan û ehlaqî hatiye nivîsandin. Tu daxwazîyek ku yekîtîya welêt biêşîne di nameyê de tunebû” û daye lotikan.

aysel-tugluk. jpgNaxwe name gellek bi wîjdan û exlaqî hatiye nivîsandin ha?

Başe hey kezîkurê, ma hema ew wîjdan û exlaq tenê ji bo Tirkoleran derbas dibe?

Ma Kurd dehşikên kerê ne?

Ma înkarkirina serxwebûna Kurd û Kurdistanê wîjdan û exlaq e?

Ma piştî kujtina 60 hezar Kurdî paraztina „Demokratîk Tirkîye“ û „Demokratîk Modernîte“ wîjdan û exlaq e?

Ma wê Kurd rojekê vî hesabî ji we nepirsin hey te serê Kurdan xwarê?

Ma Kurdan zarokên xwe li ser sergoyan dîtine ku we ew ji bo „Demokratîkkirina Tirkîyê“ dan kujtin he?

Û xaltîka we piştre çi zîtirkan bavêje başe?

Dîsa gotiye:Heke îro li herêmê grûbên olî pêş neketibin û terîqet pêk nehatibin, ev bi saya serê PKKê û Ocalan e. PKK demana Laîqîyê ye. Di bingeha xwe de Kurd û Tirk wilo tevlihev bûne ku etnîsîtek nû pêk anîne“ filan û lotik û fîstan.

Way way way way, wey şabaş ji bejn û bala te re Aysel xanim“

Wey şabaş ji xweşikbûn û mejîyê te re Aysel xanim!

Êêêêêêê, madem Kurd û Tirkan etnîsîtek nû pêk anîne, navê wê etnîsîtê çiye de ka bêje wî?

Navê wê etnîsîtê ne „Tirk mîlletî“ be Aysel xanim?

Wele bi serê min û te, navê wê etnîsîtê her nabe „Kurd“.

Yan „Milletê Tirk“ e, yan jî „Milletê Çeqilmast“ e û xelas…

 

Kercos

About The Author