PÎÎÎ EV APO NE JI ME YE !

Bi serê seyda Kurdên me gelek hişsivik in. Yan bi nîşanekê yan jî bi peyvek xweş dixapin mixabin.

Neco û bûrayê wî Cewdo ji  Mûşê ji bo serdana bûrayê biçûk çûbûn bajarê Samsûnê. Bi trimpêlê çûbûn û egzoza trimpêlê hewcebû bê çakkirin. Xerîb bûn, li pêşesazîya wir hostayê nas tunebûn. Tabelayek bala wan kişand, li ser dikanê “ Egzozcu Apo “ dinivîsand. Cewdo got “ Neco em biçin vê dikanê, bi texmînî ev Kurd e, biner navê wî jî Apo ye.

simbelciyo

Trimpêla xwe kişandin ber derê dikanê, yekî wek zîbelah ji hundir derket. Simbêlên wî wek yê MHPlîyan bû. Neco û Cewo li hev mêze kirin, Neco got “ Kuro em biçin dikaneke din. “ Cewo got “ Çima lo, ma emê egzoza xwe nedin çakkirin ? “  Neco got “ Law tu simbêlên wî nabînî ? Ev Apo ne ji me ye wî !

Werhasil por poşmam zivirîn çûn dikanek din.

Her rengên kesk û sor û zer ne rengê me ne, yên navê wan Apo be jî tim ne ji me ne baş bizanbin ha ! Yê fêm kirin bila ji fêmkoran re vebêjin babam…

About The Author