DAXUYANÎYEK TAYBET

Zeynel_433888787ji bo hemû nivîskarên ku bi kurmancî dinivîsin

Ev demek dirêj e ku lêkolînek min li ser berhemên kurmancî didome ka çiqas berhem (pirtûk, kovar, broşîr û filîm), bi çi naverokê, ji aliyê kê ve hatine nivîsandin/amadekirin, di kîjan tarîxê de û li kurê çap bûne, didome.

Ji hemû nivîskarên ku bi kurdiya kurmancî dinivîsin hêvî dikim, ger li gor vê nimûneya li jêrê bo min bersiv bêtin hinartin, şanazîyek mêjûyî ye. Eger navnîşana internetê jî digel wêneyê bergê berheman werin hinartin, sûdmendiyek zêdeye.
Silav û rêz, her şad û bextewer bin…
Stockholm 14/06/2013

Zeynelabidîn Zinar

pencinar.z@gmail.com
_________________________________________________________

MÎNAKA NIVÎSANDINA KU BO MIN WERE HINARTIN:

1- Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî, Zeynelabidin Zinar, Kurdî/kurmancî, Antoloji, Sverige/Stockholm, 1991, 377 rûpel, ISBN 91-830062-2-7

AGAGDARÎ:
a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: Zeynelabidîn Zinar, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953an de li gundekî herêma Reşkotan ê bi navê Hedhedkê hatiye dinyayê. Weke nivîskar, lêkolîner û berhevkarê Folklora Kurdî dişixule. Bi giranî Kilasîkên Kurdî yên hetanî 1923an ku bi Elîfbêtika Erebî hatibûne nivîsandin, vediguhêze Alfabeya Latênî. Ji 1986 hetanî 2012an, 114 pirtûkên wî hatine weşandin .
b) PIRTÛK: Lêkolînek e ku li ser 69 nivîskar û helbestvanên Kurd ên ku bi koka xwe ji Bakûrê Kurdistanê ne hatiye kirin. Bi tevayî du beş e; yek Beşa Dimilî ye û yek jî ya Kurmancî ye. Beşa Kurmancî jî li ser sê paran pişk bûye:
a) Kesên welatparêz û nijadî.
b) Kesên oldar û olî
c) Helbest û bêjeyên efare.
Pirtûk di 1989an de hatiye çapkirin, di 1998an de li Unîwersîteya Uppsalayê/Swêdê wek materyal ji bo Dersa Edebiyata Kurdî hatiye pejirandin û tevek 375 rûpel e.Visa mer

About The Author