Zinê bi dê û xuşkên xwe re kir

Gotinek Kurdî heye dbêjin „Mirov zinê dike lê bi dê û xuşkên xwe re nake„.

Lê êdî ne dê hiştine û ne jî xuşk û xaltîk û metik. Li ser navê Kurd û Kurdistanê çi zinêkarî hebe, çi bêbavî û tarikselatî hebe tê kirin. Li ser navê welatparêzî û Kurd û Kurdistanê, çi îxanet û xayintî hebin tên kirin.

abdullatif c2Cîhgirê Serokê BDP ê bajarê Sêrtê Abdullatîf Ç nimûneya herî berbiçav e.
Li bajarê Sêrtê, Cîhgirê Serokê BDP Abdullatif Ç. destdirêjîya 3 xuşkan dike û namûsa wan dike pênc pare. Tew bi vê jî têr nabe, îcar çavê xwe berdide dêya hersê keçikan (keçên di navbera 13-18 salî) û li dora dayika wan jî digere.

Piştî tecawiza 2 salan, êdî keçikên bi navê M. A, S.A û K.A li kiryarên Abdullatîf Ç mikur tên, êdî her tişt eşkere dibe û Abdullatîf Ç tê girtin.

Dadgehê biryara girtina Abdullatîf Ç da.

Ji girtinê wêdetir, bi deh hezaran kesên mîna Abdullatîf Ç di nav civaka Kurdistanê de dijîn. Ev kesên ku bi „gur re dikujin û bi xwedî re şînê digrin“ wek kurmên darê xwîna Kurdan dimijin.

Û hem jî bi navê welatparêzî û „heval“tî yê.
Û hem jî bi slogana „Bijî Filankes“.
Û hem jî bi navê Kurd û Kurdistanê.

Û ev kes berhemên kê û çi ne?
Berhemên şoreş(!) û şerê 35 sala ne!

MedîaKurd

About The Author