Wezîrê rewşenbîrî yê berê û endamê serokatîya Partiya Demokrat a Kurdistanê Felekedîn Kakeyî çû ser heqîya xwe û ji nav me bar kir.
Kakeyî ne tenê wek siyasetmedar, lê herweha wek nivîskar û rewşenbîrekî naskirî jî derketibû pêş. Hem di jiyana xwe ya siyasî de û hem jî di xebata xwe ya nivîskarî û rewşenbîrî de karên baş kirin û berhemên baş li dû xwe hiştin.
Bela cîyê wî bihuşta rengîn be, xwedê sebrê bide malbata wî, serê dost, nas û PDK sax be.