Hem li nêl xin, hem li bizmêr xin, ê de bajooooooonnnnnnn!

Belê, li ser bextê ker û bergîlên bajarê Londonê be, dibêjin kurê Noşîrwan Mistefa li otomobîla 300.000 dolar siwar dibe, kêf kêfa wî ye û şûr simbêlê wî nabirre.

kure nosirvano

TevgeraGoran a ku mamê we Noşîrwan Mistefa serokê wê ye, di bin navê „gendelî“yê siyasetê dike û bi taybet jî PDK û Barznîyan bi gendelî, bertîlxwarin û dizîyê gunehbar dike. Gava vê dikin jî xuyaye gendelî û dizîya xwe nabînin, serê xwe dixin nava ax û qûmê û kuna xwe jî belbelotî bera çolê didin.

Dibêjin kurê mamê we Noşîrwan Mistefa li trimbêla Lamborcînî Murcîelago (250-300 hezar dolar e) siwar dibe û li Brîtanyayê, pê fors û qapanîya xwe dike û ne xema xirrê wî ye.

Ê başe canekem, mam Noşîrwan li Hewlêrê bi 1 milyon dolar vîlla dikire. Kurê wî li Lamborcînî ya 300 hezar dolar siwar dibe, ev pare ji ku tên? Yan lotto û toto ji wan re lêketiye?

Law em bi xwe nikarin li ker û dehşikek 100 dolarî siwar bên babam, ma Goranekanim van milyon dolaran ji ku tînin yaw?

Axir qurbanekem…

Hûn li Lamborcînî siwar bin û vîllayên milyon dolaran bikirin.

Û bela zarokên xelkê jî ji feqîrî û belengazî kîrê hev bimijin kaka…

Dihok

 

About The Author