Civata PKK û PYD ê civaka kînê ye

Rebbê zilaman, mêrê bi sed mêrî û gunikreşê me Ahmedê Berazî vê carê berê xwe da xalê me Qado Şêrîn.

Me ji Berazo re got: „Kuro xwedêhişto, bela xwe li xalê me Qado mede heyran. Ji xwe rebeno por bi serî ve nemaye û nikare porê xwe biçîne jî, tu çi ji rebeno dixwazî yewel“.

Ahmedê me kirasê xwe çirand û got: „Naaaa, bi telaq heta ez lotikekê li kekê xwe Qado nexim xura laşê min naşkê û xewa min nayê exûyî“ û da lotikan.

Ê de ka bixwînin bê Berazê Kurdan çi lotik li xalê me Qado Şêrîn û şekir xistiye..

Xêr û guneh di stuyê Ahmedê Berazî de be..

——————

ahmedeberazi@yahoo.de

Min nivîsa kekê xwe Qado şêrîn ya bi navê Civata PKK û PYD ê civata kînê ye xwend. Bi ellahwkîl hema ew bû min kirasê xwe ji qehrê wî neçirand. Yawo heyî malnemîrat, hêdî bajo qurban!  Em zanin kêfa te ji wan re nayê, lê bêbextiyan li camêran neke keko. Tu bi qedrê xwedê kî, ma civata kîjan partiyên Kurdî li hemberî rêvebirê xwe gotiya na ? Tu dibê belkî em li Marsê dijîn û ne li Kurdistanê Qado can.

Ha wa ji te re ENKS  bi hezar taqî ji wan wêdetire.

Tirk û axwanan Efrîn xera kirin û hîn jî ji axwan û Erdoxan re li çepikan dixin,

Ha wa ji te re civata li pey PDK û YNK, nîvê Kurdistanê çû hîn jî pêlikan didin ber.

Ha ji te re partîyên bakur, Erdoxan 6 bajarên Kurdên bakur xera kirin û hîn jî newêrin bêjin „virt“ û dengê xwe bikin.

Kuro ma kî û ne kî!

Bi sê telaqên bê fitû, heke mabe dîsa tir di cemawerê li dû PKK û PYD  de maye lo. Qe nebe ji gişan bêhtir xwedî bahwerî ne, hero li çalakiyan e û ji bêrîka xwe dixisirin haa. Tew rebena ne gazinan dikin û ne dikin pitepit. Bi allahwekîl ku yên van partiyên din riba wan derketina kolanan, wê ji Kurdîtiyê istîfa bikirina heyran.

Ica kekê min ê hêja Qado, bi her sê telaqên jinberdanê, min digot belkî ew serê te ji aqil şût û rût bûye. Lê xuyaye kîn û nefretê ew porê te weşandiye.

De Xwedê kîna te li hember van camêran kêm bike rebbî!

Rebê alemê te li ser rêya PYD hedayet bike!

Yê bê şirîk û heval aqilekî zêrîn têxe serê te!

Rebê izetê bike ku tu bi qasî Apociyan xizmeta Kurd û Kurdistanê di piratîkê de bikî!

Hêvîya min ji melayîketên erd û ezmana ku Şêxmuhsin zimanê te kin bike  û piratîka te zêde bike û tu ji min r sax!

 

 

About The Author