Şêrwanê me li Hewlêr zik mezin kiriye

Ahmedê BERAZÎ

ahmedeberazi@yahoo.de

Ger tu bixazî fikrê mirovekî bikire, di serî de pêwiste tu wî birçî nehêle. Ji mîratê zik pîstir tuneye ku birçî bibe. Zik û birçîbûmn bê dîn û bê îmane alah wekîl.

Biraderên qedirgiran, ez wê rojê li Hewlêr dimeşiyam û min kak Şêrwan dît. Bi şeş telaqên jinberdanê, zikê wî mitrekê li pêş wî dimeşîya.

Haho strek ya reb!

Min got: Ev çiye malnemîrat?

Got: Bi xwedê xwarina vir xweş e û kakacan qedrê min digirin, ez jî hêja me  haaa, ma ne wisaye Ahmed?

Min got: Hêdî hêdî kaka, tu nebihece bira, bi sê telaqên bê fitû tiştekî belaş tune. Kuro qurban, ka ne ya te ye, ma kadîn jî ne ya te ye babam. Yawaş yawaş exûyî!

Got: Biner Ahmed, ez ne murtezeq im, hedê xwe bizanibe. Tu li Hewlêrî, ne li Qamişloyî beg efendî. Li vir Nne Aldar, ne Asiya û ne jî salihê te nikarin tiştekî ji te re bikin. Bi sê telaqên bê fitû, bi işaretekê ezê te winda bikim. Îcar bera destebirakê te yê Aldar bi kêrî te bê.

Min got: Zirta neke babam, ez mêvanê 8 hezar Berzanî me yewel. Bi qurhanê rast e, yê fedîkirin mirin.

Hayî dinyayê!

Eev dinya bûye ya rovîyan. Du caran bêje bijî serok Berzanî  bes e ku tu zikê xwe mitrekê mezin bikî. Lê ku îcar fedî  û heya jî nemîne, tu bikî sê û çar car û bi derewan rêbaza nemir Berzanî ji  irtîzaqa xwe re bikî şemsî,  tu dikarî zikê xwe bike mina dahola mala Letoyê Nado. Ez bi serê dîk û mirîşkên Hewlêrê kim, li vê dinyayê hertişt dibe kuro.

Mixabin… mixabin… mixabin!

Li dora serok Berzanî murtezeqên rojava pir bûne. Bi saya sere wî hem zikê xwe dikin dahol, hem jî devê xwe dikin zirne. Xwedê me û wî ji wênê van munafiqan bistirîne.

Heval Aldar!

Ma hinek ka li ba we tune hûn bidin van xwelîseran ku li devê derîyê we bizirin?

Bi telaq van navê rojavayîyan jî li ber çavên başûriîyan xera kir.  Aniha ji wan weye hemi rojavayî mîna van xwelîseran e.

Tekbîîîîrrrrr…!

Hewlêr

 

 

About The Author