Semîra Misêlma jî dev ji Kiwalisyona Erebê Sûrî berda

Ahmedê BERAZÎ

ahmedeberazi@yahoo.de

Sala nû li we pîroz be biraderên qedirgiran, xwedê tihala vê salê bike sala tifaqa Kurdan rebbî.

Semîra Misêlma, ew berî bi sê salan redaktora Rojnama Behsîyan ya Tişrîn bû.

Werhasil,  bi Quran ew jî ji Fûad û Hekîmê me camêrtir derket û dev ji kiwalisyonê berda û rexneyên tuj li kiwalisyonê  kirin.  Allahwekîl kevir û kuç bi ser serê kiwalisyonciîyan de barandin û tir ji wan berda

Kuro min ji biraderên ENKS ê tiştek fêhm nekir lo.

Law va Semîra Misêlma û Besam Cihara jî dev ji Kiwalisyonê  berdan heyran,  ma hûn li ber xwe nakevin û venagerin nav refê xwe beg efendîler. Ev Ereb û Tirik çi didin we go hûn ewqasî pêve zeliqîne oxlim?

Dev ji wan qûnreşan berdin û vegerin Qamişlo, cihê we di nav gelê we de ye, ne li Stenbolê ye yabo qurban.

Kuro lawo ma kê xêr ji Tirkan dîtiye heya hûn ji wan bibînin hebîbî? Va Heleb firotin, allahwekîl wê sibe heya bi qûna Kiwalisyonê jî bifroşin. Îca werin vegerin berî hûn qûnê jî li ser kin babam.

 

About The Author