Kak Mesûd ji barûteyên Amûdê bahwer kir

Ahmedê BERAZÎ

Delêlê baranê baye
Yê mirinê taye
Yê şerê navxweyî lîstikên zehran û barûtaye.

Ev îro çend rojin dengê dahola şerê navxweyî ji ber qeraxên Dîcle tê.

Li Berlîn yê topal li zirnê, Siyamend axa jî li daholê dixe û Çend barûte û zihranê Amûdê jî Ala Başûrê Kurdistanê (!) ji irtîzaqa  xwe re kirine şemsî û pê PDK û PYD berahev didin.

Weyî lêlê şemê bira zewicand!

Kuro lawo ma hûn nabînin ku ji her hêlê ve êrîş li ser destkeftiîyên Kurdên Rojava û Başûr hene?

Hey zirtik lawê zirtikan!

Ma hûn sûndxawrîne ku hûn ji fitne û fesadîyê pêve tiştekî din nekin oxlim?

Ma serok Berzanî ji we û zehranîyên we re vala ye, hey qeşmerler!

Ji bo wan kesên ku qaşo ciwanên şoreşger in, bi wê quranê hinekan ji wan nexweşîna Şeqîqa bi heval Aldar re çêkirin. De herin oxlim, hûn ew mêrin Reqa û Bab li benda we ye. Bes e yewrum, we dinya giş berdaye û daye dû dînên Amûdê, hey bêsebirno!

Yewel, ezê serê we gişa mîna du hêkên îda êzdîyan li hev xim û xwe û Kurdan ji we gişa xelas bikim, welle û bille ez qehirîîîmmmm haaaaa!

Kak Aldar, ya exûyî, ya hebîbî, ew dîn hûn dirist, ma mere qayîşê bi dînan re dikşîne heval?

Kaka babekem, êwe mezinekanî Kurd in. Çawa ji sutekan bahwerdin û êwe ji kak Aldar bahwer nakin? Yan jî poxek dibin vî tiştî de heye û em nizanin?

Kaka babekem, be qurbanî êwe, ti û kak Salih û babekem Aldar qehwake tijî hêl bi hev re vexwin û xwe dûrî lîstikên Siyamend û topalê seqet bikin. Allahwekîl bavê wan xêr ji wan nedît, ma hûnê xêrê ji wan bibînin? Na wele hûn nabînin!

Ev herdo kesên li Berlîn darikên hewdelê ne, sûndxwarîyê Abû Bîlal Al Îstenbûlî ne, alahwekîl wê Başûr û Rojava bi dînarekê bifroşin. Îcar be qurbanî babekim kaka, diqet deqet bikin.  Wezhekanî ême ev roj zor pîs û xirab e, wek şorbe û pelûla germ e.

Tew îcar belavoka xweserîyê xwelî li serê me kir. Ji bedêla kil bike kor kir. De xwedê me gişan hedayet bike û li ser sîrat el musteqîm bimeşîne.

Bêjin amîîînnnn!

Dibêjin: Ne ji Beko eEwanan bûya wê rûvî roj nava rojê biçûya sûkê.

 

About The Author