Kuşşşş, berdin Rûdawcîler…

Ahmedê BERAZÎ

Mala bavê Rûdaw bi ser vê derewê de here mîratê.

Bi sê telaqên bê fitû, Rûdaw bûye kunê derewan û hima diçirîne.

Biçrînin ne ji kîsî we ye exûyî.

Yawo bê fedî jî dibêjin qaşo doh Îlham Ahmed bi rejîma Sûrî re li Hesekê rûniştiye û li ser hinek xalan lihev kirine.

Hey agirê Helebê bi mala we ketino, bi ser van derwan de.

Hey malmîratno, Ilham Ahmed ji Duşembê ve li Nemsa ye.

Ha ji we re wêneyê wê yê Nemsa li gel Dr. Sebrî berpirsiyarê Nemsa û Abdilselam Mustafa berpirsiyarê Europa.

Îca hûn fedî nakin, ma perda riwê we qetiyaye hûn van derewan dikin oxlim?

Îca bê fedî jî xalê ku li ser li hev kirine dinivîsin.

Law piçekî şerm bikin yewel, bi allahwekîl vê carê min hûn di ser derewên we de girt.

Bi sê telaqên bê fitû, yan hûnê bes derewan bikin, yan jî ezê gilîyê we li Dadgeha Virek û Derewînan bikim û xelas..

 

http://rudaw.net/mobile/arabic/kurdistan/281220167#sthash.63wzvXfM.dpuf

 

About The Author