Dahola cenga birakujiyê li Başûr lêdikeve


Ev endamê rêbaza me kîna li hember PKK  ew kur kirine allahwekîl û mala xwe ü ya me jî dane ber mîratê.
Ku ev bin partî û serokên me, mala me viritî û Kurdistan vê sedsalê jî bû xewn.
MÎT a Tirk agir berdaye hêviyên me û em jî tifî ser û çavên hev dikin.
De mala hev xera bikin.
De diya hev biçirîn partîno.
De mala bavê hev xera bikin.
De kenê dijmin û neyaran bi xwe bînin.
De heke hûn nekin tifa Bexdadî li pêş çavên we be.
We mala hev xerakir, de dev ji van belengazê Êzîdiyan berdin û şerê xwe ji ber deriyê wan bibin bêefendîler.
Bi wê quranê têra şerekî din nakin.
Ji xwe mala bavê wan xera bûye, ji 40 melyonî mane melyonek. Ji wan jî hinek Apocî ne, hinek Berzanî ne, hinek jî Celalî ne û yê mayî jî beredayî ne.
Allahwekîl di vî şerî de dawiya wan e û ya me ye jî.
Kuro anha li pkk û pdk hale, kê tifî nav çavên van çeteyên Rojava kiriye ez nizanim.
Bi sê telaqê bê fito, ku xêr di we de hebûya hûnê aniha li Rojava li kêleka birayê xwe di çeperê şer de bûna.
De xwedê mala we xera bike û deriyê we bigre, weke ku we deriyê hinek rebenê Şingaliyan girt.
ahmedberazi@yahoo.de

About The Author