Bang ji bo malbata Haco

Ahmedê BERAZÎ

ahmedeberazi@yahoo.de

 

Bisimlahilrehmanilrehîm

Alahuma selî  ala seydna Muhemedin we alîhî Acmehîn.

Ev çend gotin ji bo malbata Haco axa, axayên Eşîra Hevêrkên serxet û binxetê.

Hêvîdarim dengê min bigihê vê malbata welatparêz.

Pismamên delal, em dizanin ku dîn di nav her malbatê de hene û yekî we jî heye.

Em dizanin ku dîn hemî cilên xwe naqetînin lê hûn di nava Kurdan de xwedî dîrokek sîpî ne û heya niha navê xirab bi du malbata we neketiye. Lê van salên dawî yek ji malbata we ku navê wî Siyamend e, ez bahwer dikim kurê rehmetîyê Mihemed Selîm e, çep û rast lê dixe. Karê ku ew dike raste rast dikeve xana nebaşîyê û carna jî sînorên nebaşîyê derbas dike.

Îcar ji kerema xwe re li vî kesî hilên. Ji ber pêşîyan gotiye (haşayî malbata we) : Golikekî viroker garanekê diherimîne“.

Îcar pismamên min ên delal, hûn xwedî dîrok in, nehêlin yekî wek Siyamend navê malbata we xerab bike.  Dîsa pêşîyan gotiye: „Ji mêran nav û ji ga çerm dimîne“ ez qurban.

Bi telaq ez jî zanim ku Siyaset heqê her kesî ye û gelek ji malbata we bi rêbaza Berzaniyê nemir bahwerin û di bin wê rêbazê de kar dikin. Ev mafê we û yê hemî Kurda ye ku xeta ew pê bahwerin hilbijêrin tu mij li ser vê tune. Lê meriv rabe derî bi derî bigere, ji bo YPG Û PYD bike lîsta terorê û doza anîna Axwan û dahiş bike ku bên Rojava, ne rast e. Û her wiha di vî wextê teng de bi ewê seqet re here ber sefareta Amerîka û biqîre û bêje: „Bijî Erdoxan , YPG terorist e, sîlehan nedin YPG ê“ wek tirşika nekelî ye û mero pê virikî dibe allahwekîl. Biborin, ev lotik ne tu lotik in û em bi vê qûşê nagihên Mûşê exûyî.

Îcar pismamên hêja, li kurê xwe hilên bavo. Bi sê telaqên jinberdanê tiştê ew dike ne layîqî malbat û navê Haco ye ha.

Niha hûn bi xwedê kin, ma mezinekî we tune ku li vî kurî hilê û wî di hedê wî de bisekinîne lo?

Pismamno, bi hezaran zarokên xelkê di bin ala YPG de şehîd ketine, kes di xwîna zarokên xwe nabihure bavo. Ji her tiştî re sînor hene pismamên delal. Xebata xwe bikin, rexneyên xwe bikin, lê ne bi vê ecêbê yabo qurban…

Hewlêr

About The Author