Kemalo bi 4 telaqan soz da

Pişo Mihemed

Serokê Giştî yê Partîya Kemalîstên Tirkîyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, li Amedê di tazîya bavê Sezgîn Tanrikûlû de pirsên rojnamevanan bersivand û çend lotik û zîtirkên Kemalkî avêtin..

Ji Kemalê me yê çeqilmast pirsîn:

-Gelo hûnê çawa pirsa Kurd çareser bikin cîgerim?

Gundî Kemal simbêl ba da û got:

-Law ma meriv li ser lingan pirsa Kurd çareser dike oxlim? Jina min ji min berdayî be, tenê partîyek kare pirsa Kurd çareser bike, ew jî em in, ango CHP ye. Soza min soz e. Soza min wek ayeta quranê û wek mohra Hz. Silêman pêxember saxlem e. Bes ji bo çar salan ra û dengên xwe bidin min, min bikin desthilatdar û serokwezîr. Heke ez di nava 4 salan de pirsa Kurd çareser nekim, ez ne ji pişta bavê xwe bim. Emê di çarçoveya demokrasî, mafê mirovan û azadîyan de tirê ji pirsa Kurd berdin û çareser bikin canim“ û pê de çû.

Weleeedddddd law Kemalo weled!

Bi namûsa mêrê çê, hisreta serokwezîrtîyê bi te re ma û ma law.

Kuro oxlim, PKK ev 40 salin şer dike hîna nikare pirsa Kurd çareser bike.

Ma tê di nava çar salan de tirê jê berde û çareser bikî gundî?

Law Kurdino!

Ji bo xwedê û pêxember, vê hisretê ji dilê Kemalkê me derxin law. Hema ji bo çar salan dengê xwe bidin wî û partîya wî û wî bikin serokwezîr gidî.

Ma dinya xirab nabe..

Hew te dît birastî jî Kemalkê me pirsa Kurd di nava çar salan de çareser kir kuro…

 

Amed

 

 

 

About The Author