Erê ji bo Fedralîya Rojava û Serxwebûna Başûr

ahmedeberazi@yahoo.de

Waweylê weyî waweylê berê me ket dêra zorê!

Şervan û qehremanan berî dan deriye û  feratê!

Ma çi pêveye baba ku berê xwe bidin Dêra Zorê ku kalê Zerdeşt li wir kereng çinîne.  Ya me ye bavê min, Kurdistan e. Alelahwekîl xorta berê ber me fereh kiriye, hema bera berê xwe bidin Sûrî gişî û navê wê jî bikin Rojavayê Kurdistan û hew. Îcar bera Kilo û maxûs qudus bibin û qirika Beşar û rîha Xamênî dirêjtir bibin. Û kî qebûl neke bera serê xwe li newqa wî bixe û hew.

Ka em bêjin vê carê raste lo Kurdo vê carê raste

Ya ku te digot serxwebûne va me ji ter dixweste

Allahwekîl ya girîng ax e lo Kurdo vê carê raste

Başûr serxwebûn û Rojava Federalî ye  vê carê raste.

Ka kî serxwebûnê naxwaze bera tiliya xwe hilde!

Ji bo em wê tiliyê têxin qula wî û di devê wî de bimîzin. Pê re jî em wî bişînin Kut û Besrayê yan jî ba seydayê Erdxoan ji bo wan hînî qazoxê bike û qula wan ji lola sobê ferehtir bike.

Bijî Fedraliîya Demoqratîk ya Rojavayê Kurdistanê!

Bijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê!

Tiştek ji serxwebûn û federaliya Kurdistanê bi rûmettir tuneye û hûn sax..

Ê qebûl bike Kurdê bi xêr e.

Ê qebûl neke kerê bê xêr e û xelas…

About The Author