Bijî Beşîkçî, bijî Zero!

Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî (Zero)  jiyana xwe da doza milletê Kurd. Bi salan di zindanan re raza, bi dehan pirtûk li ser Kurd û Kurdistanê nivîsandin. Ne di zindanan de û ne jî li derve tawîz ji dîtin û helwesta xwe neda, kêfa dagîrkerên Kurdistanê neanî.

besikci

Îsmaîl Beşîkçî îro jî, bi wî temenê xwe, her û her mafê Kurd û Kurdistanê diparêze û ji Kurdekî zêdetir tekoşerê doza Kurd û Kurdistanê ye. Lê xuyaye Kurdparêzîya wî êdî li hesabê hinek xêrnexwazan nayê. Kesên ku Îsmaîl Beşîkçî wek „Zîya Gokalp ê Kurdan“ îtham dikirin, îro jî qelemşûrên wan vî mirovê Kurdperwer wek xayîn û noker bi nav dikin û heqaretên mezin lê dikin.

Îsmaîl Beşîkçî ji ber ked û xebata xwe, li başûrê Kurdistanê ji alî Serok Barzanî ve bi „Xelata Barzanî“ hatiye xelatkirin û kesek nemaye ku Îsmaîl Beşîkçî wek „dost û alîgirê Kurdan nasneke. Lê çi hikmet be xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê herdem li dijî kesên Kurdperwer derketine, yan êrîşî wan kirine, yan ew kujtine û yan jî dane kujtin.

Gunikreşê qutik û zerik Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî ne bi tenê ye. Ew kesekî wilo ye ku bi êrîşa çend keftaran piçûk nabe û ji dilê Kurdan dernakeve. Ew êdî parçeyek ji dîroka Kurdistanê ye. Ewî navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka milletê Kurd de nivîsandiye. Heke Kurd hemû wek Îsmaîl Beşîkçî Kurdperwer bûna û xwedî li doza xwe derketibûna, wê îro di astek din de bûna. Lê Kemalîstên Kurd doh jî tehamilî Kurd û Kurdayetîyê nekirin û îro jî nakin. Îsmaîl Beşîkçî wek „Moza Sor“ bi wan vedide û tilîya xwe dixe çavên wan. Îsmaîl Beşîkçî êdî ji kesên Tirkîyeperest re, ji kesên asîmîlasyonhez re, ji kesên Kemalîst û sosyalîstên sextekar re bûye kelem û strî. Îsmaîl Beşîkçî ji dadgehên dewleta Tirk netirsiya, ji zindanên dewleta Tirk netirsiya, ji tehdîtên dewletê netirsiya. Û piştî vî temenî ji qelemşûrên „Demokratîk Cimhûrîyetê“ jî qet û qet natirse.

Em wek xebatkarên Lotikxanê xwedî li birêz Îsmaîl Beşîkçî derdikevin. Kesên ku wî tehdît dikin em qûna wan bi şîşek sor dax didin.

Xebatkarên sererd û binerd ên Partî Demokratî Lotikxane

besikci2

About The Author