Jinên HAK-PAR ê daw û delingên xwe hilgavtin

Rojda aydinBelê, jinên HAK-PAR ê li hev com bûn û ji bo xebat û tekoşînek xurttir daw û delingên xwe hilgavtin.

Li gor fitne û fesadên nava HAK-PAR ê dikin qulte qult, dibêjin jinên HAK-PAR ê biryar girtine ku dest bi lotikên xurttir bikin û di pêvajoya hilbijartinê de çalaktir bin.

hakpar_kadincalistayi

Li gor sîxura Lotikxanê „Eyşoka Kirasreş“ dibêje, HAK-PAR zorî daye xwe ku di hilbijartinên Adarê de çend qaşe û mohrên muxtaran bidestxe û dest bi meşa xwe ya dirêj bike. Belkî nikaribe şaredarîyan bidestxe, lê îhtîmala bidestxistina çend muxtarîyetên gundan heye.

Di pêşketina HAK-PAR ê de helbet wê rola jinan zêdebe. Jin parçeyek ji xebat û tekoşînê ne û bêyî wan ne şaredarî tên bidestxistin û ne jî welat azad dibe.

Henek li alîyekî, lê çi jinên HAK-PAR ê dibin, çi yên KADEP, KDP û BDP dibin, jin jîyan e û şêr şêr e çi jin e çi mêr e..

Bijî jinên Kurd!

Stenbol

About The Author