Kûçik nehiştin, îcar dora kera ye

Belê, hingî zarokên Mao Zeytûn goştê seg û kûçikan xwarin, li Çînê kûçik neman û qira wan hat.

Li Çînê 1,5 milyar (milyar û nîvek) mirov dijîn. Êêêêê, ma têrkirina zikê 1,5 milyar mirov rehet û hêsan e? Na bavoooooo, kî kare zikê wan têr bike!

kerro Kopie

Û ji bo têrkirina zikê 1,5 milyar mirov çi pêwiste? Her tişt. Divê çi bê xwarin? Her tişt. Goştê çi? Goştê her mexlûqatî.

Axir, piştî ku pisîk li Çînê qeliyan û qira wan hat, Çînîyan dest bi xwarina goştê seg û kûçikan kirin. Ma goştê seg û kûçikan têra têrkirina zikê wan dike babam? Nake. Ji bo ku Çînî têr goştê kûçikan bixwin an divê febrîqeyên kûçikan hebin an jî dest bi bazirganîya wan bikin û ji derve wan bikirin. Gerçî kûçikên dinyayê seranser jî têra wan nakin, lê werhasil..

Ji ber ku kûçik li Çînê nemane û Çînî jî nikarin bêyî xwarina goşt bijîn, îcar dest bi xwarina goştê keran kirine. Êêêêêê, ma ker xwe li ber Çînîyan digirin? Serê Çînê û binê Çînê hemi ker bin têra zikê wan nake.

Li gor saloxdanên sîxurên me, dibêjin hêdî hêdî ker jî li Çînê diqelin (namînin) û hew goştê keran bi destê zarokên Mao Zeytûn dikevin. Îcar wê çi bikin? Mecbûrin ji welatên derve keran bixwazin.

Ji bo ku zarok û nevîyên Mao Zeytûn têr goştê keran bixwin, îcar berê xwe dane çol û berîyên Afrîkayê û li keran digerin.

Çînîyên çavsînî, niha ji welatên Afrîkayê, ji Kenya, Ûganda, Sûdan, Yemen û gellek welatên din keran dikirin, wan tînin Çînê û goştê wan li ser firax û sifreyan pêşkêşî „kerhezan“ dikin. Ev jî têr nake, îcar îhaleya xwedîkirina keran didin şîrketên Afrîkî da ku li Çînê „kerxane“ û „dehşikxane“yan vekin, ker û dehşikan xwedî bikin û zikê Çînîyan bi goştê ker û dehşikan têr bikin.

Ez serê we neêşînim, çawa ku li Iraq û başûrê Kurdistanê Mam Celal elok nehiştin û goştê hemiyan xwar, li Çînê jî kûçik û ker neman, zarokên Mao Zeytûn namûsa ker û kûçikan kirin pênc pare û tev xwarin.

Pekîn

 

 

About The Author