Aqûbet li Kurdekan be

Belê, Komara Qirim a Xweser çû referandûmê û referandûm bi dawî bû. Ji encama referandûmê yekîtîya bi Rûsya re derket.

Wek tê zanîn, piştî serûbinbûna Ûkraynayê, Parlamentoya Komara Qirimê ku bi Ûkraynayê ve girêdayî ye, biryara serxwebûnê girt. Biryara serxwebûnê wê di encama referandûmekê de bihata teqezkirin. Referandûm li ser du xalan hat çêkirin. 1- Yekîtîya bi Ûkraynayê re. 2- Yekîtîya bi Rûsya re.

UKRAINE-UNREST-EU-RUSSIA-CRIMEAJi ber ku ji %60 hemwelatîyên Qirimê Rûsîaxêv in, ji serî de encama referandûmê dihat texmîn kirin. Û li gor encamên referandûmê, di referandûmê de ji %93 hemwelatîyên Qirimê xwestine ku bi Rûsyayê re yekîtîya xwe çêkin û têkevin bin per û baskên Rûsyayê.

Belê, parlamentoya dewletek piçûk mîna Qirim biryara serxwebûnê dide û referandûmê dike. Lê Kurdekanên me yên başûr hê newêrin gotina „serxwebûn“ û „referandûmê“ bînin ser zimanê xwe. Qirimîyan di referandûmê de qebûlkirin ku bi Rûs ên qûnspî re bibin yek. Lê Kurdekanên me dikin û nakin nikarin dev ji Ereboşkên qûnreş berdin.

Birastî lo, niha ku parlamentoya Kurdistanê jî biryara serxwebûnê bide, referandûmekê ji bo serxwebûnê yan jî bi kêmanî ji bo federasyonek bi Tirkîyê re çêke, çawa dibe? Ma wê qiyamet rabe? Na wele ranabe. Yanî Kurdekanên me ji dêvla Erebên qûnreş, bi Tirkên „nîvqûnreş“ re federasyonê çêkin, du parçeyên Kurdistanê bikin yek, Kurdên bakur û başûr bikin yek, ziman bikin yek, ne bixêrtire? Ne pîroztire? Law qe nebe Tirkên „nîvqûnreş“ kêm zêde Ewrûpayî tên hesêb, baş xerab nîvdemokrasîyek di nav wan de heye û meriv tilîyan bavêje bin dûvê wan jî maqûl dibînin, ma Erebên qûnreş û kesên mîna Malikî û Kerîkî? Ê ji xwe bazara Kurdistanê di destê Tirkîyê û şîrketên Tirkîyê de ye. Ji xwe petrola we di ser Tirkîyê re tê firotin. Ji xwe piranîya we li Îbrahîm Tatlises, Sîbel Can û Tarkan guhdarî dikin. Ji xwe hûn betlane û seyranên xwe li ber behr û deryayên Tirkîyê derbas dikin. Ji xwe hûn pare û zîv û zêrên we di bankayên Tirkîyê de vedişêrin. Ê naxwe çi? Çima ne federasyonek bi Tirkîyê re lê federasyonek bi Ereboşkan re?

Werhasilî kelam, aqûbeta Qirimê li serê Kurdekanên başûr be rebbî!

Moskova

About The Author