PDK lotikek avêt, lê PYD hesabê van lotikan nake

Belê, Polîtbîroya Partîya Demokrat a Kurdistanê di derbarê helwestên PYD de daxuyanîyek qerase weşand û têde hevsoziya xwe ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê û endamên Partîya Demorkat a Kurdistana- Sûriyê diyar kir.  PDK kiryarên PYD şermezar kir û bi daxuyanîyekê çîrok û çîvanokek ji PYD re got.

PDK ji min û we çêtir zane ku PYD ne guhdarîya wan dike û ne jî hesabê wan bi pîvazekê dike. Lê dîsa jî li ser kaxezan çîrok û çîvanokan ji PYD re dibêje û qaşo bala wan dikşîne. Lê gunikreşên PKK, PYD, YPG, BDP û TEV-DEM ê ne guhê xwe didin çîrok û çîvanokan û ne jî hesabê kesekî dikin. Ji berê de dibêjin „Zor gîzerê radike“. Îcar hewceyî bi çîrok û çîvanokên ser kaxezan nemaye kaka. Bi çîrok û çîvanokan ne piştgirîya endam û têkoşerên PDK-S tê kirin û ne jî piştgirîya Kurdên rojava wesselam.

pdk Kopie
Aha çîroka ku PDK ji PYD re gotiye ev e qurban:

Kurdistaniyên hêja

Wek herkes dizane, her di heman dema ku guhertinên siyasî yên deverê û yên Sûrîyê derfetek baş ji bo Kurdan afirand, me wek Partîya Demokrata Kurdistanê, wek erkek netewî û herwiha ji bo piştgîrî kirina xebata birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê, destê hevkarî û piştgirîyê ji tevahîya alîyan re dirêj kir. Bi her awayî me hewl da daku alîyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê yekdeng û yekhelwest bin û pişgîrîya hevdu bikin daku di dahatûya Sûrîyê de mafên gelê Kurd bên paraztin.

Lê mixabin PYD bilez helwestên xwe guhert û li ser asta navxweyî siyasetek takrewane û xwesepandin li ser Kurdên Rojava ferz kir. Li ser asta Sûriyê Rojavayê Kurdistanê xist nava hevsengiyek qirêj ku ji bilî dahatûyek nediyar û metirsîdar ti destkeftek jê nayê bidestxistin.

PYD bi tenê ew helwestên han raber nekir, belku siyasetên xwe yên şaş domand û gihişt asta dijminatîkirina partî û alîyên din yên Kurdî û dest bi binçavkirin, revandin û qewtandina serok, alîgir û endamên partîyên din bi taybetî Partîya Demokrata Kurdistan- Sûriye kir. Ev bûyerên han di çend rojên derbasbûyî de bi başî hatin dîtin.

Di sîya siyasetên şaş yên PYD de Rojavayê Kurdistanê di şûna ku bibe nimûneya serkeftina Kurd, di warê xwebirêvebirina demokratîk de bû şahidê rewşek aloztir ji rewşa deverên din yên di bin desthilata rejîmê de û rojava di encama wan siyasetan de bûye navenda serkotkirin û takrewî.

PYD ku daxwaza azadîya siyasî û vekirina derîyên beşên Kurdistanê dike, bi awayekî dîktatorane li hember têkoşerên din yên Kurdistanê tev digere û ev helwestên han jî di serdema îro de ti modelek wan nemaye û ji holê rabûne.

Lewre lazime PYD dev ji wan siyasetên xwe yên yekalî berde ku heta niha zererên gelek mezin gîhandiye berjewendîyên gelê Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê.

Lazime PYD bersiva îradeya xelkê bide ji ber ku tevahîya wan zarokên Rojavayê Kurdistanê ne û ti kesek jî nikare azadîya têkoşîn û xebatê li vî beşê Kurdistanê qedexe bike.

Em hevsoziya xwe ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê û têkoşerên Partîya Demorkata Kurdistan- Sûriye diyar dikin, bi tundî kiryarên PYD mehkûm dikin û tekez li ser vê yekê dikin ku berjewendîyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi kar û xebatên hevbeş tên paraztin û ne bi siyasetên yekalî. Lewre pêwîste dawî li wan siyasetan bê.

Polîtbîroya Partîya Demokrat a Kurdistanê

About The Author