Belê, PDK-B (Platforma Demokratên Kurd-Bakur) yanî ewên ku hinek PSK î serkêşîya wê dikin, hewl didin ku bi navê PDK li bakurê Kurdistanê partîyekê ava bikin. Lê PDK-B çi PDK-B ye, wek şorba nîskê ye, ji her serîyekî dengek derdikeve.
Lotikvanên PDK-B qaşo dibêjin „em li ser rêya rêbaza Barzanî ne“ û dixwazin xwe li ber dilê PDK Başûr û Barzanîyan şîrîn bikin. Lê di bingeha xwe de ne mejîyê wan mejîyê PDK û rêbaza Barzanî ye û ne jî lotikên wan. Kesên ku tu elaqeya wan bi PDK û Barzanî re tunebûn û hetanî doh postecîtîya xalê me Kemal Burkay dikirin, îro bûne PDK î û tew xwe wek pêgirên 1965an jî dibînin. Kesên ku dijminatîya PDK û Barzanîyan dikirin, îro xwe dikin ezîzê ber dilê PDK û Barzanîyan.
Wey maşelle! Wey maşelle ji PDK-B re û ji siyaseta PDK Başûr re! Çi hevalên saxlem ji xwe re peyda kirine looooo!
Werhasil, mesela me li ser PDK-B û lotikên xaltîka me Vecîbe Karagoz bû.
Xaltîka me Vecîbe Karagoz heta berî çend salan di nava HAK-PAR ê de bû. Lê piştre wê û zilamê xwe lotikek li HAK-PAR ê xistin û jê veqetiyan. Yanî ji dûr û nêzîk tu elaqeya wan bi PDK û rêbaza Barzanî re tunebû û tuneye. Helbet mafê wan heye ku di nav partîyek din de siyaseta xwe bikin, ha PDK, ha PKK, ha Lotikxane, ferq nake. Lê gava meriv xwedî li rêbaza Barzanî derkeve û rabe piştgirîya kesên ku dijminatîya Barzanî dikin bike, aha ew nabe. Ew êdî nabe lotik lê dibe zirlotik. Divê baş bê zanîn ku bi mejî û mentalîta PSK meriv nabe PDKî xaltîka Vecîbe.
Xaltîka me Vecîbe Karagoz wek berpirs û seroka jinên PDK-B derketiye pêş. Yan başçawîşên BDP-B ew kar dane wê.
Pîroz û bimbarek be rebbî!
Xaltîka we Vecîbe xanim derket televizyona Rûdaw ê û di derbarê PDK-B û siyaseta wê de çend lotik avêtin. Ji ber ku haya wê ji PDK û xebata PDK-T tuneye, tewşo mewşo axivî û got „Partiya me û PDK-T ji hev cihê ne ji ber ku em li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî xebat dikin, her wiha em xwedî dîrok, xebat û şehîd in. Ya din, partiya me ji sala 1965an ve bi serokatîya Fayîq Bûcak hatiye damezirandin“ filan û fîstan.
Wey maşelle ji te û partîya te re Vecîbe xanim!
Hûn kengî bûn PDKî û hûn kengî bi rêbaza Barzanî hisiyan!?
Yan gelo hûn zanin bê rêbaza Barzanî çiye?
Xuyaye haya te ji bayê felekê tuneye xaltîka Vecîbe. Yan di derbarê dîroka PDK- T de tu ne xwedîyê agahdarîyê ye, yan jî hinekan xelet bi te dane jiberkirin. Her Kurdek zane ku PDK-T ji alîyê şehîdê nemir Seîd Elçî û 4 hevalên wî ve hatiye damezirandin. Piştî damezirandinê bi demekê Faik Bûcak tev li refên PDK-T bûye û herweha bûye serokê Partîyê. Lê tenê Vecîbe Karagoz van tiştan nizane.
Axir, pêşkêşvanê bernama Rûdawê ji xaltîka xwe Vecîbe xanimê pirsî:
„Heke A. Ocalan bixwaze bibe serokkomarê Tirkîyê, hûnê piştgirîya wî bikin ?“
Xaltîka me jî bêyî ku kûr û dûr bifikire, yekser bersiv dayê:
„Çawa em nakin canim, sedî sed emê piştgirîya Ocalan bikin “ û li ser navê PDK-B piştgirî da serokkomarîya Ocalan.
Bi vî awayî xaltîka me Aysel Tûgluk ( pardon, Vecîbe Karagoz) bi vê bersiva xwe lotikek bêîman li PDK û Barzanîyan xist, kumê wan xwar kir û kumê Ocalan li serê wan kir.
Belê, kesên ku dibêjin „em li ser rêbaza Barzanî ne, em PDK î ne“, piştgirîya Ocalan û PKK dikin. Ew PKK a ku ji sibê hetanî êvarî dijminatîya PDK û Barzanîyan dikin.
Îcar tê derxin gelî xwendevanan:
Gelo li gor we, PDK-B PDKî ne, yan Ocalancî ne?
Heçê tê derxe û bersiva rast bide, emê posterê başqan Ocalan ji wan re bişînin.
Ê de haydê..
Amed