Cemîlê me zimanê yekgirtî li Kurdan heram kir

Birastî gava yekî Tirk, Ereb yan Faris li dijî standartkirina zimanê Kurdî û netew-dewletbûna Kurdan derkeve, meriv lê nagire. Meriv dibê „ê de çawa be dijmin e, xêrnexwaze, normal e“ û serê xwe jê re dihejîne. Lê gava yekî Kurd û yekî go li ser navê Kurdan lotikan davêje heman dijminatîyê bi standartkirina zimanê Kurdî û netew-dewletbûna Kurdan re bike, aha wê gavê meriv aciz dibe. Meriv li ber wî jî dikeve û li ber xwe jî.

CemilBayiNetew û netew-dewletbûn bi standartkirina zimanê Kurdî xurtir dibe. Gava zimanê Kurdî bê standartkirin û zimanek netewî, zimanek desthilatdar derkeve holê, wê Kurd jî bibin yek, wê hişmendî û yekîtîya wan xurttir bibe û zêdetir nêzîkî netew-dewletbûnê bibin û serbixwe bibin. Ziman di yekîtîya Kurdan û di avakirina dewleta wan de rol û banzorek mezin dilîze. Ji ber vê jî, kes, dezgeh yan partîyên ku serxwebûna Kurdistanê û yekîtîya Kurdan naxwazin, li dijî pêşketin û yekîtîya zimanê Kurdî, zimanekî standart derdikevin.

Di vê derbarê de endamê serokatîya KCK xalê me Cemîl Bayik rabûye ser tapana û bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî nivîsek qerase nivîsandiye. Lê xwezî nenivîsandiba. Cemîlê me bi rexneyên kesanedî, bi hinek nimûne û lotikên virde wêde li dijî standartkirina zimanê Kurdî derketiye.

Çima?

Çima ku standartkirina zimanê Kurdî dibe sedema netew-dewletê, ango dibe sedema yekîtîya milletê Kurd û dewletek serbixwe.

Xalê me Cemîl Bayik di nivîsandina xwe de gotiye: “ Hewldaneke ku hemû zarava û diyalektên Kurdî di nava zaraveyekî de bên helandin ne tevkujiya çandî  ye? Gelo di cudahiyê de ne ka di bin navê zimanê netewî de dixwazin çi ji holê rakin.  Li Başûrê Kurdistanê xetere ku Kurmancî û baskên din ên ziman di nav Soranî de werin tinekirin. Heman xeter li Bakurê Kurdistanê heye ku hemû diyalekt û bask di nava Kurmancî de werin tinekirin. Lewra divê hewldanên bi navê standartkirina zimanê Kurdî an afirandina zimanê netewî werin redkirin. Ji ber ku ev tên wateya têgihiştina tevkujiya çandî. Ev lingê ziman ê projeya netew-dewletê û yekkirina civakê ye. Ji ber vê yekê jî bi navê yek zimanî an netewebûnê perwerdeya yek zimanî şaş e filan û fîstan û xeftan.

Aha ji we re Kurd û lotikên Kurdewarî!?

Aha ji we re encamên şer û şoreşa 35 salan!?

Ê de hûn nivîsa xalê xwe Cemîl bixwînin qurban, belkî me xelet jê fêhm kiribe wî…

http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nivis&id=5939

Enqere

 

About The Author