Wey maşelle, cot cot bi ser metika me Siltanê de dibarin

Belê, xwedê daye metika me Siltanê. Dibêjin go xwedê dide, nabêje tu kurê kê yan keça kê yî. Yan jî, go xwedê da, bi elba mezin dide. Îcar ev jî mesela me û metika me Siltanê ye.

Metika Siltanê li Batmanê dijî. Rebenê di xortanîya xwe de bextreş bû, bê siûd û bê qismet bû. Bi zor û heft bela xiyarek yan bacanek reş bi dest diket. Lê piştî ku bûye 70 salî û êdî hasil gîhaye Mûsilê, bextê wê vebûye û xwedê bi ser de barandiye. Îcar destê xwe davêje çi, cot cot, dudo dudo dikevin destê wê.

siltane KopieAxir, metika me Siltanê gilî û gazindên xwe ji xwedê dike, hêsran dibarîne û dibêje: „Wey li min peppûkê, wey li min kezîkurê. Xwedê teala di xortanîya min de miradê min nekir, bextê min venekir û cot cot bi ser min de nebarandin. Lê piştî go tir bûne fis û hew tiştek ji min tê, îcar cot cot bi ser min de dibarîne. Ma ev wîjdan e xwedêyo?“ û rebenê dilê xwe bi xwe dişewitîne.

Werhasilî kelam, piştî 70 salî bextê metika me Siltanê vebûye. Rebbê alemê bacan, xiyar û hema bêjin çi bixwaze cot cot, dudo dudo bi ser de dibarîne û devê çewêl jê re vekiriye.

Ê de xwedê bikim ne tenê bacan û xiyar, lê cotek zilam jî bi ser metika me Siltanê de bibarin rebbî..

Êlih

silto

bacanres2

gurke

About The Author