Xalê me Mislim dîsa got „naaaaaaaaa!“

Belê, Îran, Iraq, Filistîn, YNK,  PKK û PYD bi yekdengî li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin.

Em bêjin em helwest û tirsa Ereb û Farisên kunreş fêhm dikin.

Lê YNK, PKK û PYD?

salo Kopie

Law madem hûn Kurdistanek serbixwe naxwazin, qe nebe gerîllayên me di ber Tirk, Ereb û Farisan de nedin kujtin babam, ma me zarokên xwe li ser sergoyê Hatîp Dîcle dîtine?

Axir, di vê derbarê de xalê me Salih Mislim ji rojnama BAS re lotikek ji lotikên berê avêt û dîsa ji Kurdistanek serbixwe re got naaaaaaaa..

Salihê me gotiye: „Na exûyî, ez dibêjim ne dema avakirina dewleta Kurdî ye, avakirina dewleta Kurdî tu fêdeya wê li Kurdan nabe, avakirina dewleta Kurdî wê pêwendîyên Kurdan bi gelên din re xerab bike û ez dibêjim ne biryarek rast e. Heke dewleta Kurdî li ser bingehek netewî bêavakirin, wê dijminatî di navbera netewan de derkevin“ û pê de çûye.

Wax wax wax…

Kuro ma Kurd xulamên netewan e baba?

Çima ew neteweyên qûnbigû dewletên xwe ji bo bratîya Kurdan xira nakin û nafelişînin efendî?

Ma hema bratî û berjewendîya neteweyên din li ser pişta Kurdan maye?

Na na xalê Mislim, ez bi serê te û Hatîp Şakşak kim, Kurdistana serbixwe li ber devê derî ye û dengê govenda wê jî pir xweş tê.

Kilîlîlîlîlîlîlîîlîlîlîlîl!

Qamişlo

 

About The Author