BÊ SÎNOR BIKENIN

Her sê jî gundîyên hevûdu bûn, bi rewşeke cidî û maqûl li çayxanê rûniştin. Çayvan ji wan re çay anî, dest bi suhbetê kirin. Mijara suhbeta wan bûyerên gund bûn.

Keremo zivirî ser Misto got : “ Kuro wê rojê golikek me ket zevîya we, bavê te hat da çêra, min qet dengê xwe nekir. Em cînarê hev in, divê çêra neke.”

Misto: “ Te baş kirîye, van rojan bavê min pir bi hêrs e niza çima “

Keremo: “ Law weleh bavê te xurifîye, hûn çima nabin doktor ?”

kenMisto kaxezek ji bêrîka xwe derxist û got: “ Wey mala te, aha ev ewraqê bavê min e, min amade kir ezê bibim tîmarxanê. “

Îso ji nişka ve kaxeza destê Keremo girt û vekir, lê mêze kir. Bala xwe dayê ku ew kaxez ê desteka çandina çewder/tarîganê ye. Pilqîn bi Îso ket, ji kena ji xwe ve çû.

Ji Misto re got: ” Kuro qey bavê te tarîgan e “

Li ser vê Misto, Keremo û Îso bêsînor dest bi ken kirin. Tîqe tîqa kenê wan li çayxanê zîz bû weselam.

Çayvan hat ba wan got: “ Bavo çay we vexwarIye li we helal be, ji kerema xwe re ji çayxana min derkevin pere mere jî nedin.”

Van rojên dawî ji ber êrîşên DAIŞ’ê jiyana gelê me yê Başûr taybet Şengal’î di bin talûkÊ de ye. PêşmergeyêN qehreman bi hemû hêza xwe li dij van pîncê DAIŞ’ê şer dikin. Medya û ajansa bêrûmetan li ser masê nûçeyên vir û derew amade dikin û diweşînin. Qelemşor û rojnamevanên ku sîxurên MİT’a Tirkîyê a di nav Stêrk tv û ANF’ê de bi cîh kirine, wek dijminekî dijwar ji DAIŞ’e zêdetir êrîşî Pêşmerge dikin !

Hûn ji van bêrûmetan bawer nekin û her bêsînor bikenin. De êdî hûn zanin bi ku ve bikenin…

About The Author