Ew ji karwên kêm mabû, ew jî hat û taxim temam bû

Belê, kûçikbavên DAÎŞ ê karesatek mezin anîn serê Kurdên Êzîdî û herêma Şingalê. Helbet em tev bi vê bûyerê û bi vê kiryara segbavên DAÎŞ ê dêşin û kezeba me dişewite. Lê ku meriv rabe ji DAÎŞê zêdetir êrîşî Kurdên başûr û pêşmergeyên qehreman bike, aha ew dibe zêdebûna ser kezebê û kula li ser kulê.

Gava dijminê te xwedîyê çek û cebilxaneyên giran bin û di destê te de tenê keleşkofek hebe, tuyê çi bikî? Helbet ku fîşekên te nemînin yan tuyê xwe bikujî, yan jî tuyê birevî. Ê ji berê de dibêjin „rev nîvê mêranîyê ye“ babam. Ma hûn qet di şer de ne reviyane? Ji ber ku hinek serbazên pêşmerge ji Şingalê reviyan û Kurdên Êzîdî bi tenê hiştin, çapemenîya hevallerên me bûn agir û pîşo û ketin pêsîra pêşmerge, PDK û Barzanî. Bûn wek gurên har û dest bi êrîşek kirêt kirin û qaşo li ser navê xwedîlêderketina Êzîdîyan dest bi dijminatîyê kirin. Êêêêêêêê, fersend ev fersend e, ma hevallerên me disekinin?  Ma ji vê fersendê xweştir fersend heye ku meriv êrîşî pêşmerge, PDK û Barzanî neke? Doh mesela xendekan û jehr û ziqûm bû, îro jî Şingal û karton û kartol in.

Serokê KCK rêheval Cemîl Bayik ji rojnameyek Almanî re got: „Çekan nedin wan pêşmergeyên tirsonek û bizdonek. Pêşmerge nikare çer bike, pêşmerge daye dû vîlla û malê dinyayê û bi xwe de rîtiye. Heke hûn çekan bidin pêşmerge, wê ew çek têkevin destê DAÎŞ ê. Yên ku li dijî DAÎŞ ê şer dikin em in, PKK ye, çekan bidin me heval“ û ji dewleta Alman xwestibû ku çekan nedin pêşmerge. Û ev tê çi wateyê? Tê wateya ku Cemîl Bayik dixwaze pêşmerge bê çek bimîne, bireve, têk biçe û DAÎŞ bi ser keve. Bi vî awayî wê destkeftîyên başûrê Kurdistanê têk biçin û wê meydan ji Cemîl Bayik û PKK re bimîne. Û ewê jî ji tirsa „serxwebûna Kurdistanê û dewletek Kurdî“ xelas bibin, êdî wê kabûsan nebînin û xew li wan neherime.

Lê dewleta Alman û xaltîka me Angela Merkel biryar dan ku çek û cebilxane bidin pêşmerge û xwêsîya hevallerên me dîsa di qirika wan de asê me. Wey weleeedddddd wey weled! Yaw xaltîka me Angela Merkel çawa guh neda Cemîlê me? Yan hesabê Cemîlê me û partîya wî bi pîvazekê nake!

Axir….

Piştre îcar dor hat ser Selahattîn Erdem (Dûran Kalkan ê Tirk) abêmiz. Dûran abêmiz jî di çapemenîya hevallerên me de dîsa dest bi çîrokên li dijî PDK û Barzanî kir, ji PDK re JÎTEM ek taybet çêkir û ji DAÎŞ ê dijwartir êrîşî PDK, Barzanî û pêşmerge kir. Dûran abêmiz ê ku ji roja pêşîn û heta îro Kurd û rêxistinên Kurdan bera hev dane û ew bi hev dane kujtin, îro jî wek Tirkekî li ser navê Kurdan êrîşî Kurdan dike û wan dike dijminên hev.

Çox yaşa Dûran Abê!

Me ev hemi fêm kir, em zanin.

Lê çi ketiye dêlika Tirk Nazan Ustundag?

Îro PKK, YNK, çep û Kemalîstên Tirk bi yekdengî û garankî êrîşî pêşmerge, PDK, Barzanî û destkeftîyên başûrê Kurdistanê dikin. Yek ji wan Kemalîstên ku di nav çapemenîya hevallerên me de dijminatîya başûrê Kurdistanê, KDP û pêşmerge dike jî, kemalîsta Tirk Nazan Ustundag e.

Nazan Ustundag van rojan di nivîsek xwe de pêşmerge û terorîstên DAÎŞ ê kiriye heman mêzînê û bêedebîyek mezin li hember pêşmergeyên Kurdistanê, bi taybet jî pêşmergeyên PDK kiriye.

Nazan Ustundag, di nivîsa xwe de îddîa kiriye ku pêşmerge di paşeroj û dema derbasbûyî de serê gerîllayên PKK jêkiriye û tu ferqa DAÎŞ û pêşmerge ji hev nîne.

Tirkên ku doh bi rêberîya endamên dewleta kûr û MÎT ê yên wek Yalçin Kûçik, Dogu Perînçek û bi dehan kesên din dijminatîya tevgera netewî ya Kurd dikirin, îro jî bi kesên mîna Ertûgrûl Kurkçu, Sirri Sureyya Onder û bi dehan Tirkên Kemalîst berdewam dike. Nazan Ustundag jî yek ji wan kesên tarî ye ku di çapemenîyê de qaşo wek „dosta Kurdan“ dijminatîya başûrê Kurdistanê, KDP û Barzanîyan dike û Kurdan dike dijminên hev.

Ê başe sayin Ustundag xanim efendileri, hey te di devê Kurdên Kemalîst de rîtê, pêşmerge kengî serê gerîlla jêkiriye gewende?

Pêşmerge kengî doxîn li te qetandiye û serê gerîlla jêkiriye?

Em Kurd in, pêşmerge û gerîlla brayên hev in, belkî dijûnan jî ji hev re bidin û belkî car caran şerê hev jî bikin. Emê li hev jî xin û li hev jî bên, lê kê nîhaye we Tirkan ku hûn heqaretê li Kurdan dikin û Kurdan bera hev didin qizim?

Werhasilî kelam, Nazan Ustundag ji karwanê şerê taybet kêm mabû, wa ew jî ket nav hevalan û taximê fûtbolê temam bû.

Em heta sibê binivîsin xelas nabe. Derdê me ne yek e, ne dudo ne û ne sed in. Heta dêlikên mîna Nazan Ustundag û gurên mîna Kûçik, Perînçek, Kurkçu, Onder, Kalkan û Kemalîstên din serok û rêveberên me bin, wê pozê me her û her di nava gûyê Tirkan de be û hûn sax….

 

About The Author