Liqê 6 lotikek li pêşmerge xist

Pîrkemal

Pêşmerge û navê pêşmerge îro li seranserê cîhanê xwedîyê rêz û payeyê ye. Şerê ku pêşmergeyên Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞê kir nayê înkarkirin. Qehremanîya pêşmerge li cîhanê nav û deng da. Pêşmerge bû sembola qehremanîya Kurdan û cîhan di kesayetîya pêşmerge de rêzek mezin ji Kurdan re digire. Pêşmerge îro li Rojhilata Navîn û bi taybet li Iraq û Başûrê Kurdistanê hêzek pêbawer, bi hêz û artêşek taybet e. Piştgirî û payedarkirina pêşmerge erka hemû Kurdên netewparêz e, û piçûkkirina pêşmerge jî ne mafê hemû Kurdan e.

Di 29.05.2024an de li Almanya bajarê Koln ê ji alîyê Liqê 6 ê PDK ve (Dezgeha Senger û Pêşmerge) şeva xelatdayîna pêşmerge hat lidarxistin. Di şevê de siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, hunermend û hinek komên hunerê beşdar bûn. Kesên ku pêşmergeyatî kiribûn pir û pir kêm bûn. Kesên dost û nedost (neyarên PDK û pêşmerge) jî vexwendibûn şeva xelatê. Yanî, şevek wek şorba nîskê tevlihev bû.

Axir..

Di şevê de zêdeyî 140 kesî xelata pêşmerge wergirtin. Kesên dostên pêşmerge û PDK jî xelat wergirtin, kesên ku neyartîya wan jî dikirin û dikin xelat wergirtin. Û sosreta mezin jî ew bû ku gelek dost, kedkar û xizmetkarên pêşmerge, PDK û Barzanîyan ji xelatê bêpar hatin hiştin, rêz û qedir ji wan re nehat girtin û bi çavên „Gîhayên Hewşê“ hatin dîtin. Ango, dost neyar û neyar jî dost hatin dîtin. Mixabin hişmendî û siyaseta PDK jî ev e. Kesên ku temenê xwe di ber wan de dane wek „Gîhayê Hewşê„ dibînin, kesên ku bi şev û roj sixêf û dijûnî wan dikin û wan di refê neyaran de dibînin payebilind dikin, wan dikin xwedî rêz û qîmet. Di vê şevê de jî wilo bû. Dost kirin neyar, neyar jî kirin dost.

Birastî cihê meraqê ye. Çima li ser navê pêşmerge xelat dan kesên ku tu nêzîkatî û têkildarîya wan bi pêşmerge re tunene? Kê ev erk û selahîyeta pêşmerge da wan kes û dezgehan ku rêz û payebilindîya pêşmerge bixin bin lingan? Helbet xelatdayîn, xelatkirina kesayet û siyasetmedarên Kurd xizmetek baş û pîroz e. Lê xelata pêşmerge li ku û siyasetmedarên li Ewrûpayê li ku! Tir li ku û das li ku!

Şax, rêxistin û dezgehên girêdayî PDK li Ewrûpayê tucarî wek rêxistin kar nekirine û nizanin bikin. Bi mejîyê malbatî, eşîrtî, mirîdî kar dikin û hînî rist, organîzasyon, dîsîplîn û tevgera rêxistinî nebûne. Bi ser ku bi hezaran alîgirên wan hene, nikarin 10 kesan bînin ser hev. Bi ser ku dost û hezkirîyên wan pir in, tenê kesên şelaf, durû, berjewendperest û canbaz nêzîkî xwe dikin. Qaşo bi nav û siyaseta „dostan zêde bikin û dijminan kêm bikin„ siyasetek tewş û nerast dimeşînin, lê dostên xwe dêşînin û dijminên xwe jî bi paye û meqam dilşa dikin. Yanî, li dora siyaseta xwe dizîvirin, ne dostan zêde dikin, ne jî dijminan kêm dikin. Di vê şevê de jî dîsa heman tirşik derket holê. Dilşikandina dostan, dilxweşkirina şelaf û solalêzan, bêdîsîplînî, bêserûberî, dilxwazî û lotikên din.

Di şeva 200 – 300 kesî de hinek kesên ku di rêza protokolê de cîh girtibûn ne ji dûr û ne ji nêzîk tu girêdan û têkildarîya wan bi pêşmerge û PDK re tunebûn, tew di paşerojê de têra xwe neyartîya PDK û Barzanîyan jî kiribûn (û ez bawerim di dilê xwe de dîsa neyartîya wan dikin). Maseya wan ji xwarin û vexwarinê xemilandin, lê beşdarên din wek zarokên jinbavê tî û birçî hiştin. Kesên ku bi salan di xizmeta wan de bûn bê xelat hiştin. Kesên ku diviyabû li pêş di rêza yekem de bûna, li paş hiştin. Tew wek ku tunebin nêzîkî wan bûn. Û gelek kêmasî, xeletî û sosretên din.

Li vir divê PDK û Barzanî xwe hinekî ji toz û gemara kevnare dawşînin, şikil û şemalekê bidin rêxistin û dezgehên xwe yên li Ewrûpayê, wan fêrî rêxistinbûn, organîzekirin û dîsîplînê bikin. Û ji her tiştî zêdetir, divê bizanin ku şevên bi vî awayî û şevên bi cûreyên din, li şûna ku fêdeyê bidin PDK ziyanê didinê. Gelek çalakîyên bi vî rengî jî ne ji bo xêra PDK, lê ji bo berjewendîya kes an komekê tên lidarxistin.

Xelatdayîna li ser navê pêşmerge xeletî ye, şaş e. Gelek kesên ku ew xelat girtin ne hêja û laqiyî navê pêşmerge bûn. Xelata pêşmerge ne ji siyasetmedar, nivîskar yan komên ku şelafî û durûtîyê dikin û li Ewrûpayê li ser ked û xwîna pêşmerge nan dixwin, lê ji pêşmergeyên kedkar û malbatên şehîdan re tê dan û hûn sax…

About The Author