Altan abê jî ket serê govendê

Altan Tan yek ji wan siyasetmedarê oldar û Kurdperwer e ku di nava refê HDP de siyasetê dike. Car caran li dijî siyaseta HDP û PKK derdikeve û wan rexne dike, carna ra û damarên wî yên Kurdistanî xurt dibin û dibe millîtanekî Kurd û Kurdistanî. Lê xuyaye siyaset tiştekî wisa ye ku meriv mecbûr dike durû bilîze û ji armancên xwe tawîzan jî bide. Êh, ev siyaset e. Siyaset carna meriv paşpaşkî jî li kerê siwar dike û carna jî pêşpêşkî li kerê siwar dike. Tew ku ji xwe pare, îhale û berjewendî di holê de hebin, meriv serserîkî jî li kerê siwar dike.

altan tanAxir, berî niha Xetoyê me ( Hatîp Şakşak-Dîcle) Kurdistan avêtibû teneka zibil û gotibû „bê Bodrûmê jiyan nabe qardaşim“ û xwelî li serê xwe û li serê me Kurdan kiribû. Lê kesekî texmîn nedikir ku wê Altan Tan abêmiz jî bide dû şopa Xeto û di serê govenda Bodrûmê de delîlo bilîze.

Bavê Altan Tan ji alî dewletê ve hat kujtin. Lê çi hîkmet be Altan Tan bi kujtina bavê xwe neêşîyaye û radibe di televizyonan de yekîtî û yekrêzîya dewleta Tirk ji xwe re dike armanc.

Altan abê, di kanalek televizyonê de yekrêzî û yekparîya dewleta Tirk parazt û got: „Heke Tirk bixwazin cuda bibin jî emê nehêlin. Em dev ji Bodrûmê bernadin cîgerim“ û da dû şopa Xeto. Altan Tan bi vî awayî dilê Tirkan xweş kir û dilê dost û Kurdên ku sempatî jê re nîşan didan şikand, tirr ji wan berda.

Çi ecêbe ku kes û siyasetmedarên li ser xwîn û xwêdana Kurdan diçêrin û di meclîsa Tirkan de têra xwe pare û îhaleyan werdigirin, di her wesîleyê de dixwazin Kurdan bi dewleta Tirk ve pîne bikin, bi zorê wan asîmîle û entegreyî civaka Tirk bikin. Ev kes ji xort û ciwanên Kurd re dibin mînakên gellek xerab, ciwan û xortên Kurd ji ruhê Kurd û Kurdistanîbûnê dûr dixin û ruhê Tirkayetîyê di mejîyê wan de diçînin, wan beravêtî dikin û dikin çeqilmast.

Ê de herê Altan abê herêêêêêêêêêê!

Tu ji govenda Bodrûmê kêm mabû, wa tu jî ket serê govendê..

Ê de têra xwe delîlo bilîze qurban..

Ê de bajooooooooooo!

Izmîr

About The Author

3 thoughts on “Altan abê jî ket serê govendê

  1. Ger mirov ji gotina xîyaneta bi devê pkk bitirse dibe şirîkê xîyaneta herî mezin. Yên wek Altan T., Ehmed T. Û Leyla xanimê û gelekên din xwe bi sabûna helebê bişon ji xeletîyan xilasnabin. Heyf.

  2. Birêz LOTIKXANE, belkû ne wextê rexneyane, lê gava miror acizbû mecbûre baxive, çima şiroveyamin derheqê xwenezananda nehatîye weşandin. Silav û rêz

  3. Ev Lotıkxane ye lê kani zitırk xane lı kû ma. Bahwerbıkın hün gelek xweş dıkın.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.