DEMOKRATİK HACET….

Kurdên bakur nikarin li zindîyên xwe xwedî derkevin. Lê mixabin dikarin alîkarîya dijminên Kurdan yê herî har û hov bikin..

Kurdên bakur bi taybetî mirîdên Ewdo van rojên dawîyê hinek çalakîyên kesanedîtî dikin û li dijî xeta tevgera netewî têne xezebê…

Îro li Rojhilata Navîn rejîma xwînxwar, melleyên İranê segên xwe yên devbixwîn berdane herêma Kurdîstanê, Iraq-Surîye û heya Yemenê belav bûne.

Tirk jî bi xemn û xeyalên Osmanîyan, bi tifaqek ne mîrî piştgirîya Daîş ê dikin. Bi hin rêxistinên Kurdan ve dilîzin, didin û distînin.Wek van bûyerên dawîyê.

Li bakurî Kurdîstanê gelek serhildanên netewî çêbûne û gelek şexsîyetên çê û giranbuha bi destê Tirkan hatine daliqandin û kuştin. Heya îro ji tu kes nizane gorên wan li kuderê ne.

PKK li wan xwedî dernakeve. Û li hevalên xwe, gerîllayên xwe yên rûmet û gernas jî xwedî dernakeve. Peykerê Agît, ma ne di bin pîyê leşkerê Tirkan de hat parçe parçe kirin. Lê ew çi dikin? Tifaqê li gel sefaret û leşkerên Romê çêdikin û li Surîyê wan diparêzin, meytê Sazgerê Osmanîyan S.Şah digirin tînîn li axa Kurdîstana ku bi xwîna xort û qîzên me hatîye avdan, defin dikin. Dixin nav axê û tew alaya Tirkan ji hildidin jor!

Mirov dikare pirs bike: Gelo ew karê ku hûn ji dijminê xwe re dikin, tê çi wateyê?

Bila ji niha pê de tu kes li min negire..

Bi çi awayî dibe bila bibe ezê ne navê wan kesan hildim, ne pesnê van bidim ne jî rexne li wan bigirim.

Dostanîya wan jî li min heram be…

Ji ber ku kêmasî û şaşîtîyên xwe qebûl nakin. Çend sal berê ew rêbaz û bîhnpakîyên ji bo netewê Kurd diparastin û êrîşî hin Kurdan dikirin ji berku wan digot Federasyon, otonomî ûhwd. Îro em dibêjin netewî-yekîtî-serxwebun, ew êrîşî me dikin. Ew dibêjin “ekolojîk-demokratîk Rojhilata Navîn, biji biratîya gelan” filan û fîstan. Bi xwe ew ji me cuda bûne. Bûne şîrikê Tirkleran…Ecem u Ereban.

Em çi bêjin jî ji bo wan propaganda ye. Propagandayek ne baş û baş jî ji bo wan bikêr tê. Yên wan jî hemu sîyaset-dîplomasî û taktîk in. Bi vî awayî bi milyonan kes hatin xapandin.

Bi hêvîya Kurdîstanek serbixwe-azad-yekbûyî û demoqratîk..Bijî Peşmerge bijî Kurd u Kurdîstan..

………

Niha dema vegotina hacetek demokratîk hat..

Îsal Erebek kunreş wek penaber tête Ruha yê. Di sûk û kolanên Ruhayê de tê û tere. Dema ku nêzikî Gol a pîroz dibe, çi bibîne başe, wa ji wê de camêrek ji xwe razî zirne di dest de û tê. Dema ku Erebê kunreş çav li wî zirnevanî dikeve, dikene û dikene û dikene…..

Zirnevan gelek aciz dibe. Berê xwe û rûyê xwe diguhere. Lê Erebê kunreş bi kenek bê tixup li pey wî dikeve.

Zirnevanê me bi acizbûn û hêrsketinek dijvar radihêje wî Erebî û wek çewalê garis li erdê dixe, bi pîyan lê dide, bi kulman lê dide, lê Erebê kunreş her dikene û her dikene.

Zirnevan dibetile, dike gazî û hawar. Polîs tên wan herduyan digirin û dibin qereqolê.

Komser dipekîne ser Erebê kunreş. Ew dîsa dikene..Tê digîhîn ku ew bi Tirkî nizane, terin wergêrekî Erep tînîn û dest bi pirsan dikin:

-Gelo tu çima bi vî zirnevanî dikenî û henekê xwe pê dikî?

-Na xêr. Min ew bêhemdî dît û zirne jî di dest da bû. Serpêhatîya min hat bîra min, loma wî kenê dewlemend ez girtim.

-Serpêhatîya te çi ye?

-Ez bi xwe li Sûrîyê bi koma hevalan re xebata muzîk ê dikim û zirne lê dixim. Rojekê hevalên Esad gazî me kir ku em muzîkê lêdin. Û me lêda. Piştî xebatê Esad ferman da parêzgerên xwe û got: “Ewên ku muzîkê lê didin wan bi zêran xelat bikin. Kî li çi hacetî dide hundurê wî hacetî tije zêr bikin”.

Deholvan têra xwe zêr bir. Qanûn û tembûr ji tije zêr kirin. Sê zêr kete para min, ji ber ku zirne ji sê zêran bêtir nagire”.

-Sê zêr? Ma ne besî te bû? Û tiştê ku mirov pê bikene jî tuneye..

-Çawa tuneye? Vê dawîyê DAİŞ ê herder xist bin hukumranîya xwe û hacetên muzîkê qedexe kirin. Li Somalîyê çiqas hacetên muzîkê hene şevitandin. Demek kin em li Iraq ê bûn. Di daweta Şêxek Ereb de wan em girtin. Ji me pirs kirin ew çi hacet in? Min zirne şanî wan da û got “ev hacet gelek demoqratîk e”. Aciz bûn û dest danîn ser hacetên me û gotin “bicehimin ji vir herin”. Van rojên dawîyê disa em li dawetekê bun. Daîş ê em girtin û naskirin. Biryar dan ku wan hacetên demoqratîk, kî çi û li kîjan hacetê dide, bidewisînîn û têxin kuna me. Dehol ne bû, qanûn nebû, tembûr nebû, tenê zirne çêbû û zirna min xistin kuna min. Min sûnd xwar ku lêdana zirnê li xwe heram bikim. Dema ku bêhemdî ez û zirnevanê we rastî hevdu hatin, ew serpêhatî hat bîra min. Ji ber ku hûn Tirk pişgirîya Daîşê dikin, ewê rojekê berê xwe bidin we û wê halê min û vî zirnevanî bibe yek.

 

 

About The Author