Wey li vê vir û derewê

Meriv vir û derewan dike, lê ne bi vê ecêba kesanedî. We di li darê dinyayê dîtiye yan bihîstiye ku kesek karibe rojê 500 carî gan û nîhandinan bike? Bawer nakim. Ez bi xwe, qiyamet rabe jî incex karibim rojê 3, herî zêde 5 caran bidim lotik û zîtikan. Lê 500?

Law bi dîn û îman ne Ristemê Zal karîbû rojê 500 carî nîhandinan bike, ne jî Kawayê Hesinger. Ne Selaheddînê Eyyyûbî karîbû rojê 500 carî nîhandinan bike, ne jî Saddam Hisên û Qeddafî.

Lê xanima germik û nermik, qamkinika Ermenî Kîm Kardaşîyan rojê 500 carî gan û nîhandinan bi mêrê xwe Kanye West re dike.

Li ser bextê wê û mêrê wê be.

Xanima qûnmezin Kîm Kardaşîyan, di bernameyek televizyonê de got: „Em dixwazin zaroka duyem jî çêkin. Ji bo çêkirina zaroka duyem, ez û mêrê xwe rojê 500 carî bazdidin ser hev û em tirrê ji hev berdidin“ filan û fîstan û pêde çû.

Rojê 500 carî ha?

Ya staaaarrrrrrrr li vê vir û derewê!

Keçê porkurê, kezîkurê, weyla topa qiyametê li nav şeqê te ketê, law bergîl û kerên Şamê jî nikarin rojê 500 carî nîhandinan bikin keçko. Ma kîrê mêrê te bûye lûla sobê yan mircaq û stûna hesinî go sist nabe û li te rast dike, çawa çêbû gidî!

Axir, Kîm Kardaşîyan xanim dibêje „em rojê 500 carî hevdu digevizînin û tirrê ji hev berdidin“ filan û fîstan.

Gelo hûn rojê çend carî karin keçeşkofa xwe biteqînin babam?

Amerîka

kim2

kim4

kim3

About The Author